Berteka astengdarên Amedê: Em ji du gavan carekê li dolabên berfemotê diqelibin 2022-05-30 09:07:09   AMED - Astengdarên Amedê, diyar kirin ku ji ber xerabûna şerîdên ku ji bo wan li ser peyarêyan hatine bi cihkirin, astengên ku ji bo kêmkirina xizê li ser rêyan hatine danîn û dagirkirina peyareyan êdî nikarin li derve gav biavêjin.    Li gorî daneyên Konfederasyna Astengdaran, li Tirkiyeyê 8 milyon û 500 hezar welatiyên astengdar hene. Li her qadê cihêkarî li astengdaran tê kirin û bi newekheviyê re rû bi rû tên hiştin. Rêveberiyên herêmî, di mijara avahisazî, peyzaj û ragihandina bajar de astengdaran paşguh dikin. Ev jî pirsgirêkên astengdaran mezin dikin. Li Amedê, welatiyên astengdar û malbatên wan, derbarê pirsgirêkên ku dijîn de axivîn.    ASTENGDAR TÊN PAŞGUHKIRIN   Welatiya astengdar Ergul Sezer, diyar kir ku cihên ku nû hatine avakirin û deverên dîrokî yên li bajar ne li gorî astengdaran tên sererastkirin û weke mînak jî Dêra Meryem Ana, Mizgefta Mezin û Xana Hasan Paşa nîşan da û wiha got: "Weke amediyekê çima nikarim deverên dîrokî bigerim? Ev li dijî min zilmeke. Peyarêyên li bajar jî ji bo astengdaran bipirsgirêk in. Ji bo ku rêveberên bajar ji derdê astengdaran fêm bikin divê ji bo 2 saetan li kursiyên biteker siwar bin. Wê demê dê pirsgirêkên ku astengdar dijîn bi hêsanî fêm bikin."   PEYARÊ DAGIRKIRÎ NE   Cengîz Dûrmaz ku li dayika xwe ya astengdar Meryem Dûrmaz dinêre, bi lêv kir ku dixwaze timik dayika xwe bigerîne lê ji ber ku peyarê dagirkirî ne nikare vê bike û ev tişt got: "Divê esnafên me hê bêtir hestyar bin. Ji ber tezgahên ku li ber dikanên xwe vedikin ji neçarî kursiyê biteker di kolanê de dibim. Wê demê hem ji bo min hem jî ji bo wesayîtan dibe pirsgirêk. Ji ber van astengiyan em ji kesên sêyemîn alîkariyê dixwazin."   Dûrmaz, bang li niştecihên bajar jî kir ku ji bo astengdaran hê bêtir hestyar bin.    AJOKAR RÊ NADIN ASTENGDARAN   Astengdar Suleyman Acar ku ji rê nedayîna ajokaran gazinan kir, destnîşan kir ku ji ber vê pirsgirêkê hin caran ji bo derbaskirina hembrî rê nîv saet disekine û wiha axivî: "Di wesayîtên veguhastina komî de jî pirsgirêkên mezin dijîm. Wesayîtên veguhastina komî dema ku dibîne em astengdar in me siwar nakin û diçin. Carekê dema ku min hewl da li wesayîtê siwar bibim, ji ber ku wesayît nesekinî ez tam siwar bibim ketim erdê. Li derveyî Amedê li gelek bajaran pergal hişyarkirinê ya bideng heye. Şerîdên zer kêm in. Li cihên ku ne kêm in jî esnafan na wan nehiştiye. Ji du gavan carekê li dolabên berfemotê diqelibim. Gelek astengiyên din jî hene. Li ber astengên astengdaran wesayîtan parq dikin. Ya dilê xwe bi me dişewitînin an jî bi çavê parselan li me dinêrin. Dixwazim weke herkesî nêzî me jî bibin."    'WÊ JI WALÎ RE ŞERM BE'   Serokê Şaxa Komeleya Nebîneyan a Altinoktayê ya Amedê Mehmet Akîf Karataş ku derbarê pirsgirêkên astengdaran de me xwest em pê re hevpeyvîn bikin jî diyar kir ku daxwazên xwe pêşkêşî walî kirine û bi van gotinan "Heke em roportaj bidin wê ji walî re şerm be." daxwaza me ya hevpeyvînê red kir.