Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin 2022-05-30 12:32:10   ŞIRNEX - Welatiyên Şirnexê ku bertek nîşanî talankirina xwezayê dan, destnîşan kirin ku divê li dijî van êrişan tu kes bêdeng nemîne û gotin: “Di salên 90’î de gundên me hatin şewitandin û wêrankirin, îro jî dar û daristanên me tên birîn û talankirin. Li dijî talankirin û operasyonên li çiyayên me divê tu kes bêdeng nemîne.”   Di çarçoveya êrişên leşkerî de birîna daran ku li herêmên Besta, Çiyayên Cûdî û Gabar dest pê kiriye bê navber didome. Cerdevanên ku ji bajarokên Sêgirkê û Hîlalê yên navçeya Qilebana Şirnexê tên şandin, li Çiyayên Cûdî û Gabar û herêma Bestayê xwezayê talan dikin. Her wiha di 30’ê Nîsanê de di encama operasyona li Çiyayê Cûdî hatibû destpêkirin de 8 leşker hatibûn kuştin. Operasyona ku hatibû destpêkirin, bênavber didome. Piştî operasyonên hatin destpêkirin di 11’ê Gulanê de ketin û derketina gundên Avgamasiya, Serêdehlê û Şilerît yên Şirnexê hate qedexekirin. Qedexe hêj jî didome.    Welatiyên Şirnexê, bertek nîşanî talankirina xwezayê û operasyonên li herêmê hatine destpêkirin dan û gotin bila tu kes bêdeng nemîne.   ‘GUNDÊ ME WÊRAN KIRIN ÎRO JÎ XWEZAYA ME TALAN DIKIN’   Welatiya bi navê Fatma Kabûl ku ji gundê Avyan ê li herema Bestayê ye, di sala 92’an de ji ber polîtîqayên cerdevantî û valakirina gundan ew bi malbata xwe re neçar maye ji gundê xwe koçber bikin û hatine li Şirnexê bi cih bûne. Fatma, anî ziman ku ew piştî hatine Şirnex jiyan ji wan re zehmet tir bûye û wiha got: “Dema em hatin vir me ji xwe re sewal xwedî kirin û xanî çêkir. Em dixwazin vegerin gundê xwe û li wir jiyana xwe bidomînin. Ev tişta ku îro li me tê kirin îşkence ye. Me gelek bêriya jiyana xwe ya gund kiriye. Lê em dibînin ku darên li çiya û li gundên me hemû tên birîn. Em naxwazin darên me bên birîn û xwezaya me bê talankirin. Cerdevan diçin û hemû darên me dibirin. Li aliyekî cerdevan darên me dibirin, li aliyekî jî li çiyayên me operasyon hene. Em ji ber birîna daran û operasyonan nikarin biçin ji xwe re pincarê jî kom bikin. Dema em diçin cerdevan me asteng dikin. Cerdevan jî mirovên vê axê ne. Lê belê ji bo çend qirûşan xwe difiroşin û darên me dibirin. Em bang cerdevanan dikin; dev ji birîna darên me berdin. Em dijminatiyê naxwazin. Em naxwazin xwîn birije. Bila ev operasyon û birîna daran bi dawî bibe. Em xweşî û wekheviyê dixwazin. Bila ev şer êdî bisekine. Gundê me wêran kirin, îro jî xwezaya me talan dikin û çiyayên me gulebaran dikin.”   ‘BILA DESTÊ XWE JI XWEZA Û DARÊN ME VEKIŞÎNIN’   Welatî Derya Kabûl jî ku ji gundê Avyan e, diyar kir ku nexwestiye ji gund û axa xwe dûr bikeve û wiha axivî: “Me gelek bêriya gundê xwe kiriye. Em jî dixwazin rojekê vegerin gundê xwe. Berê gundê me hatin xirabkirin îro jî xwezaya me tê tunekirin. Cerdevan hemû darên me yên li gundan û li çiyayan birîn. Xweza ji bo me nehîştin. Darên gundê me jî par hatin birîn, îsal hîn dest pê nekirine. Niha li Bestayê hemû cihê dar tên birîn. Em naxwazin ax û welatê me talan bikin. Li aliyekî din jî li çiyayên me operasyon hene. Ji ber van operasyonan em nikarin biçin çiyayên xwe pincarê kom bikin. Bila destên xwe ji xweza û darên me vekişînin. Ji ber van operasyonan her roj çiyayên me gulebaran dikin. Cûdî, li hemberî me ye û dema em lê dinêrin dilê me dişewite. Li hember vê talan û operasyonê bila tu kes bêdeng nemîne.”   ‘LI DIJÎ ÊRIŞAN DIVÊ EM BIBIN YEK’   Welatî Besna Aslan jî destnîşan kir ku bi salan e ax û welatê kurdan tê talankirin û dagir kirin. Aslan, bi lêv kir ku êdî jiyanek azad û aram dixwazin û ev tişt got in: “Ev bi salan e şer tê meşandin û xwezaya me tê talankirin. Em operasyon û şer naxwazin. Em kuştinê naxwazin. Naxwazin ji herdu aliyan kes jiyana xwe ji dest bide. Em her roj dua dikin ku ji bo ev şer bisekine û xweşiyek bikeve nava vî welatî. Li hember hemû êrîşan divê em bibin yek.”   ‘ROJA ROJA XWEDÎ DERKETINA DARISTANAN Û ÇIYAYAN E’   Welatî Aysel Aydemîr ku bertek nîşanî talankirina xwezayê û operasyona da jî, xwest ku dawî li van pêkanînan were û got: “Cerdevan ji bo çend qirûşan diçin darên me dibirin. Ji bo çend qirûşan bila welatê xwe nefiroşin. Hem gund û çiyayên me qedexe kirin hem jî îro hemû darên me dibirin. Her derê welatê me dagir kirine. Bi birîna daran dixwazin welatê me tune bikin û em careke din venegerin ser axa xwe. Di salên 90’î de çawa gundên me xirab kirin, berê me dan bajêran, niha jî ji bo em venegerin gundên xwe vê tiştê dikin. Roj roja xwedî derketina çiya û daristanên me ne. Ger ku em îro xwedî lê dernekevin sibê dê gelek dereng bibe. Birîna daran a cerdevanên ku ji bo çend qirûşan ne tiştek ehlaqî û civakî ye. Em vê tu carî qebûl nakin. Divê civak jî li hember vê talankirinê bêdeng nemîne û rabe li ser piyan. Em çav û gûhên xwe negirin. Polîtîqayên salên 90’î îro bi awayek cuda li ser çiyayên me didin meşandin. Ji bo ku em venegerin ser axa xwe îro ew dar tên birîn.”   ‘HEKE EM ÎRO DENGÊ XWE BILIND NEKIN WÊ SIBÊ BIBE DERENG’   Aysel, bal kişand ser êrîşên li ser Başûr, hevkariya Tirkiye û Barzanî û wiha bi lêv kir: “Em Barzanî jî şermezar dikin. Mirov çawa xwe difiroşe. Şûna ku kurd hemû bibin yek, ew diçe neyartiya gelê kurd dike. Divê wekhevî û yekitî di nav me de hebûya. Li aliyekî li çiyayên Cûdî, Gabar û Bestayê operasyon tên meşandin. Li dijî van êrîşan divê em bibin yek. Divê biratî û yekitî hebe. Bila ev operasyon bi dawî bin û xweşî bikeve vê dinyayê. Ev bi salan e şer tê meşandin. Şer ne çareserî ye. Divê îro yekitiya kurdan hebe. Îro li her devera Kurdistanê şer heye. Bi van êrîşan dixwazin me kurdan tune bikin. Naxwazin hebûna me kurdan hebe. Ji bo ku ev şer çareser bibe divê kurd bibin yek. Ger ku em îro dengê xwe bilind nekin dê sibê gelek dereng bibe.”    ‘EM TU CARÊ DEV JI AX Û WELATÊ XWE BERNADIN’   Welatî Gulla Çevîk jî da zanîn ku ew naxwazin dar û daristanên wan bên birîn û şewitandin û wiha axivî: “Dewleta tirk dest daniye ser darên me. Li aliyek darên me tên birîn, li aliyek din jî çiyayên me tên gulebaran kirin. Li ber çavên me dar tên birîn, çiya tên gulebaran kirin. Dilê me dişewite. Bi tonan darên me hatin birîn û hemû kes bêdeng e. Tu kes li dijî vê dengê xwe bilind nake. Li hember vê talan û operasyonan divê em dengê xwe bilind bikin. Divê gel di hilbijartinan de dengê xwe ji bo kesê rast bikar bîne û pêşiya vê dagirkeriyê bisekinin. Ew çi ji dar û daristan me dixwazin? Ji ber vê birîna daran û dagirkeriyê em nikarin biçin li çiyayan ji xwe re pincarê kom bikin û bînin. Hemû li me hatiye qedexekirin. Guran berê xwe daye nav daristan û bajarên me. Rûsya êrîşê Ukraynayê kir, hemû dewletên cihanê rabûn li ser piyan. Di van dewletan de Tirkiye jî hebû. Kesê ku li dijî şerê wê derê ye çima bajarê kurdan xirab dike. Erdogan bi şer navçeyên Cizîr, Şirnex, Silopiya, Nisêbîn û Sûrê xirab kirin. Îro jî bi talankirin û operasyonan xirab dikin. Lê em tu carê dev ji ax û welatê xwe bernadin.”