Nobeta malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir 2022-05-30 12:36:31   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir. Malbatê di çalakiya xwe ya îro de ev peyam parve kir: “Tu astengiyek nikarin xwe li pêşiya vîna xurt bigirin.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kujeran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 448’an de jî berdewam kir. Dayika Emîne ji ber ku nexweş bû nekarî beşdarî nobetê bibe lê Ferît Şenyaşar hat ber deriyê edliyeyê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi çalakiya xwe kir.    ‘JIYANEKE ADILANE SIBEROJÊN BIRÛMET’    Malbatê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Tu astengî nikarin xwe li pêşiya vîna xurt bigirin. Têkoşîna me ya ji bo ‘Jiyaneke Adilane, Siberojeke Birûmet’ a li ber edliyeyê di roja 448’an de berdewam dike...”