Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê 2022-05-30 14:59:42 ENQERE - TÎHV’ê rapora xwe ya 2021’an a îşkence, nêzikatiya xerab û zextan parve kir. TÎHV’ê da zanîn ku di nava 30 salên dawî de herî zêde di sala 2021’an de îşkence hatiye kirin.    Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) rapora xwe ya Navenda Tedawî û Rehebîlîtasyonê ya 2021’an parve kir. Di raporê de hat gotin ku di sala 2021’an de îşkence êdî li kolanan belav bûye. Li gorî raporê, ji her 10 kesên di bin çavan de îşkence dîtin 7’an jê da zanîn ku li kolanê û di çalakiyên civakî de rastî îşkenceyê hatine.    Her wiha hat destnîşankirin ku di nava 30 salên dawî de herî zêde di sala 2021’an de ji bo TÎHV’ê serlêdan hatine kirin. Li gorî raporê; di sala 2021’an de 984 kesan bi sedema ku ew bi xwe yan jî xizmekî wî/wê rastî îşkenceyê yan jî nêzikatiya xerab hatiye, serî li TÎHV’ê da ne. Bi domdarî hat diyarkirin ku ji serlêdêran 616’an jê da zanîn ku di nava vê salê de rastî îşkenceyê hatine. Her wiha di raporê de hat gotin ku ji her 10 kesên di bin çavan de rastî îşkenceyên hatin 7’an jê da zanîn ku li kolanan û di çalakiyên civakî de rastî îşkenceyê hatine. Ji serlêdêran ê herî biçûk 5 û yê herî mezin jî 76 salî bû.    871 KES LI TIRKIYEYÊ HATIN ÎŞKENCEKIRIN   Di raporê de ev tespît hatine kirin: “Di sala 2021’an de bi sedema îşkence û nêzikatiya xerab, ji bo Nûnertiyên TÎHV’ê û Navendên Referansê 915 serlêdan hatine kirin. Hejmara kesên ku xizmekî/a wan rastî îşkenceyê hatin û serlêdan kirin 57 e. Ji 915 kesên bi sedema îşkenceyê serî li weqfê dayîn 871 jê li Tirkiyeyê û 44 kes jî li welatekî din rastî îşkenceyê hatine.    SERLÊDAN HERÎ ZÊDE LI STENBOLÊ HATINE KIRIN   Ji kesên hatine îşkencekirin 616 kes jê ji ber îşkenceya di sala 2021’an de û 211 kesan jî ji ber îşkenceya di navbera salên 2016-2020’an lê hatiye kirin serî li TÎHV’ê dan. Bi 307 serlêdanan re Nûnertiya TÎHV’ê ya Stenbolê cihê herî zêde serlêdan lê hatiye kirin e. 263 kesan serî li Nûnertiya Wanê, 166 kesan serî li Nûnertiya Amedê, 134 kesan serî li Nûnertiya Îzmîrê, 66 kesan serî li Nûnertiya Enqereyê û 48 kesan jî serî li Navenda Referansê ya Cizîrê da ne.    BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ JINAN ZÊDE BÛN   Bi çalakiyên protestoyî yên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê re binpêkirin, gotinên homofobîk û kampanyayên nefretê yên li dijî LGBTI·+’yan li seranserî salê berbalav bûn. Di mehên çile û sibatê de xwendekar û LGBTI·+’yan gelek serlêdan ji bo nûnertiyên me yên Stenbol û Îzmîrê kirin. Piştî betalkirina Peymana Stenbolê, êriş û binpêkirinên li dijî jinan jî zêde bûn.    NÎVIYA SERLÊDÊRAN CIWAN IN   Ji 871 kesên ji ber îşkenceyê li Tirkiyeyê serlêdan kirin 307 jê jin in (ji sedî 35,2), 527 jê zilam in (ji sedî 60,5) û 37 jê jî LGBTI·+ yî (ji sedî 4,2) ne. Dema bi daneyên sala 2020’an didin berhev, hejmara serlêdanên LGBTI·+’yan zêde bûne. Di sala 2021’an de ji ber îşkenceyê kesê/a herî biçûk a serlêdan kirî 5 salî, yê/ya herî mezin jî 76 salî ye. Ji nîviyê zêdetir a serlêdêran, di bin 30 saliyê de ne.    56 ZAROKAN SERÎ LI TÎHV’Ê DAN    Di sala 2021’an de 56 zarokan serî li TÎHV’ê dan. Ji van kesan 30’an jê ji ber îşkenceyên li Tirkiyeyê dîtin û 5 kesan jî ji ber îşkenceyên li derveyî welat dîtibûn serlêdan kirin. Ji zarokên ku bi sedema îşkenceyê serî li weqfê dayîn 17 jê di sala 2021’an de hatine îşkencekirin. Ji zarokan 12 jê di dema serdegirtina malan de, 11 jê di dema binçavkirinên nefermî de, 4 jê di dema binçavkirina fermî de, 2 jê li girtîgehê û yek jî li navenda komkirina penaberan rastî îşkenceyê hatiye.    JI SEDÎ 90’Î BINÇAVKIRINAN BI SEDEMÊN SIYASÎ NE   Ji sedî 30,6’î nifûsa Tirkiyeyê bi eslê xwe ji başûrê rojhilatê Anatoliyayê û rojhilatê Anatoliyayê ne. Ji kesên bi sedema îşkenceyê serî li TÎHV’ê dayîn sedî 63,7’an jê ji van herêman e. Ji serlêdêran ji sedî 89,9’an da zanîn ku ji ber nêrîna xwe ya siyasî, nasname û çalakiyên xwe hatine binçavkirin.    ÎŞKENCE HERÎ ZÊDE LI KOLANÊ TÊ KIRIN   Ji her 2 kesên di sala 2021’an de di bin çavan de hatine îşkencekirin 1 kes dibêje ku li yekîneyekî yan jî ji yekîneyekê zêdetir cihan hatine îşkencekirin. Ji her 10 serlêdêran 7’an jê da zanîn ku li kolan û di çalakiyên civakî de, ji 10 serlêdêran 4’an jê got ku di nava wesayîtê de, ji 10 serlêdêran 4’an jê jî destnîşan kir ku li emniyetê rastî îşkenceyê hatine. Di sala 2021’an de bûyerên îşkenceyê herî zêde li navenda binçavkirinê ya Stenbolê û li Emniyeta Wanê hatine kirin.   5 KES RASTÎ ÎŞKENCEYA ZAYENDÎ HATIN   Gelemperiya serlêdêran da zanîn ku rastî gelek cureyên îşkenceyê hatine. Ji her 10 serlêdêran 8’an got ku rastî heqaret û biçûkxistinê, ji 10 kesan 7’an jê got ku rastî destwerdana fîzîkî hatine û ji her 10 kesan 5’an jî destnîşan kir ku rastî îşkenceya zayendî hatine. Ji her 10 serlêdêran 9’an jê got ku piştî travmayê nîşaneyên strêsê dijîn. Hat tespîtkirin ku ji serlêdêran 14 jê neçarî destwerdana cerrahî bûne.”