Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan 2022-05-30 15:26:47   ŞIRNEX - Hate diyarkirin ku karmendên muhafaza yên gumrikê li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar xistine.    Hate diyarkirin ku karmendên gumrikê yên li Deriyê Sînor ê Xabûrê yê navçeya Silopiyaya Şirnexê dixebitin bi hinceta “te gelek tişt anîne” li welatiyê astengdar ê bi navê Erkan T. yê 23 salî xistine.    Hate zanîn  ku piştî welatiyên li derdorê bûyerê ferq kirine di navbera welatiyan û perwîrdaran de gengeşiyek derketiye. Li aliyê din hate hînbûn ku piştî pîra Erkan T. bûyer bihîstiye, krîza dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Hate ragihandin ku ji ber bûyera hatiye qewimîn, hatin û çûyîna li deriyê sînor hinek sekinî ye.