Ji bavê Poyraz re ceza xwestin 2022-05-30 16:38:58   ÎZMÎR - Ji bavê Denîz Poyraz Abdullîlah Poyraz ku ji ber hevpeyvîna ku piştî kuştina keça xwe dabû tê darizandin re ceza hat xwestin.    Di 17'ê hezîrana 2021'ân de faşîstê bi navê Onûr Gencer êrişî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê kiribû û Denîz Poyraz kuştibû. Ji ber hevpeyvîneke ku piştî kuştina keça xwe dabû bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê" doz li bavê Poyraz Abdulîllah Poyraz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 15'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê hat dîtin. Poyraz û parêzerên xwe li danişînê amade bûn.    'NE KEÇA MIN JINEKE DIN JÎ BÛNA MIN Ê HEMAN GOTIN BIGOTA'   Poyraz, parastina xwe bi kurdî kir û sûcdariya li xwe red kir û ev tişt got: "Hevpeyvîna mijara gotinê, derbarê kuştina keça min Denîz Poyraz de bû. Faşîst û nîjadperestekê, ne keça min jineke din bikuşta min ê dîsa heman gotinan bigota." Parêzerên Poyraz jî destnîşan kirin ku gotinên muwekîlê wan nabin sûc û daxwaza beraeta Poyraz kirin.    DOZGER CEZA XWEST   Piştî parastina Poyraz û parêzerên wî dozger, got ku mutalaaya wî ya derbarê esasê de amade ye û angaşt kir ku bi belavkirina hevpeyvînê ya li ser medya sanal sûcê "propagandaya rêxistinê" hatiye kirin û xwest ku Poyraz bê cezakirin.    Parêzerên Poyraz ji bo parastinê daxwaza demê kirin.    Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 23'ê hezîranê kir.