Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin 2022-05-31 08:22:14   ÊLIH - Li Êlihê polîsan bi ser hin malan de girtin û hevşaredar jî di nav de 11 jin binçav kirin.   Li Êlihê polîsan di saetên serê sibê de bi ser hin malan de girtin. Piştî lêgerîna malan polîsan Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Hevşaredara Kaniya Henê Gulistan Sonuk, Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci, Hevseroka HDP’a Êlihê ya Berê Fatma Ablay, Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Semra Guneş, Hevseroka HDP’a Navçeya Navendî Gurbet Dogan, aktîvîstên TJA’yê Gurbet Bozyîgît, Halîde Keser, Gulnur Delî, Zeynep Odûncû û Rûken Zeryam Işik binçav kirin.    Derbarê binçavkirinan de tu agahî nehatin bidestxistin, jinên ku hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.