Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike 2022-05-31 09:00:58   ENQERE - Hişyar Ozsoy têkildarî helwesta AKP'ê ya ji bo berfirehkirina NATO'yê ku wekî şert meseleya kurdî datîne holê got: "Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike."    Nîqaşên ku dê Tirkiyeyê li Sûrîyeyê operasyoneke nû bide destpêkirin didomin. Ev operasyona gengaz ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan sinyalên wê dabn û hefteya borî di daxuyaniya Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de jî hat daxuyandin wekî pêngaveke beriya hilbijartinê tê nirxandin.    Her wiha piştî ku Swêd û Fînlandiya xwestin tev li NATO'yê bibin, AKP'ê jî şertê meseleya kurdî danî holê.    Hevberdevkê Têkiliyên Derve yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy anî ziman ku desthilata AKP û MHP'ê ji bo operasyonên li hemberî Sûrîyeyê rewa bikin dest bi eşkerekirina hejmara eskerên mirî kirine. Ozsoy, mîlîtarîzma ku desthilat beriya hilbijartinên 2023'yan gur kiriye, têkiliya bi NATO'yê re û plansaziyên Tirkiyeyê yên derbarê şerê Rûsya-Ûkraynayê de nirxandin.      Ozsoy destnîşan kir ku bi hejmara eskerên mirî amadekariyên êrişeke nû tên kirin û got: "Mirina eskeran berbiçav dikin. Di asaê xwe de ji bo hêla derûnî ya vî şerî ser mirina eskeran digirtin û bi raya giştî re parve nedikirin. Tew têkildarî mirina çawîşên pispor û eskerên bi peyman belgeya divê neyên aşkerekirin hatiye îmzekirin."    REWAKIRINA ÊRIŞAN   Ozsoy ku got "Cenazeyên eskeran ji Iraqê tên lê çima Sûriye?" destnîşan kir ku ji bo operasyona Sûriyeyê jî hin pêngavên spekulatîf tên avêtin. Ozsoy got: "Demek berê gotin ji wir ber bi Tirkiyeyê ve hin êriş hatine kirin, topên hawanê li Tirkiyeyê ketine. Hêla hember jî got, tu eleqeya wan bi vê re tune ye. Jixwe Musteşarê MÎT'ê berê gotibû, 'Em ê ji wir çend bombeyan bavêjin vira, wê tu pirsgirêk çênebin.' Jixwe em nizanin bê li wir çi dibe. Ji her rengî kom hene. Dixwazin êrişa xwe ya nû ya ku dê bikin rewa bikin. Lê her kes dizane ev ne wisa ye, lê berdewmiya êrişan a li hemberî Rojavayê konseptek bû. Vê yekê heya cihekî anîn. Efrîn, paşê Serêkaniyê û heya Girê Spî çûn. Erdogan bi xistina Qamişlo û Kobanê dixwaze bi kevirekî çend qûçan weregerîne."    SERKETINÊN SIXTE   Ozsoy destnîşan kir li Tirkiyeyê her tim piştgiriya şer û mîlîtarîzmê tê kirin û Erdogan jî hewl dide di ser vê re îmaja pêşengekî xurt biafirîne û got: "Ger nikaribe pereyan bide mirovan dê serketinên sixte bide wan. Beriya hilbijartinê bi van êrişan dixwaze hem muxalefetê hem jî civakê cardin dîzayn bike. Erdogan beriya hemû hilbijartinan êriş birine ser hin deveran. Ber bi hilbijartina herî mezin ve mihtemelen dê rîskê hilgire û êrişa xwe ya mezin di vê hilbijartinê de pêk bîne. Ji lew re êdî ya wê her tiştî winda bike yan jî dê bi awayekî ji vê tengavê derkeve. Lewma dixwaze amadekariyên her tiştî bike."    Ozsoy bilêv kir ku armanca operasyona li hemberî Sûriyeyê bi temamî tasfiyekirina Rojavayê ye û got: "Ger destûrê ji hêzên mezin bigire dê bike. A dudoyan jî piştî van deran ji kurdan xalî bike dê derdorên ereb ên hatine Tirkiyeyê bi darê zorê bibe van deran."    ‘ÇAV LI RÛSYAYÊ JÎ DIŞIKÎNE'   Ozsoy destnîşan kir ku desthilat piştî nîqaşên derbarê berfirehkirina NATO'yê de dixwaze daxwaza Fînlandiya û Swêdê ya ji bo daxilbûna nava NATO'yê ji xwe re bike firsend û got, bi vê dixwaze êrişê bibe ser Rojavayê. Ozsoy bilêv kir ku di vê êrişa gengaz de çendî Ewropayê piştgiriya wê nekiribe jî dîsa meseleya penaberan gur nekiriye. Ozsosy diyar kir ku di meseleya Sûriyeyê de yên herî girîng DYA û Rûsya ne û got, DYA xwe li pozîsyona "dê li Sûriyeyê operasyon çênebe" bi keys kiriye, lê di êrişeke gengaz de ne diyar e ku dê endamê NATO'yê Tirkiye xwe di pozîsyoneke çawa de bi keys bike.    Ozsoy destnîşan kir ku Rûsya dest ji Sûriyeyê bernedaye û got: "Rûsya di Ûkraynayê de asê maye. Tirkiye jî di nava NATO'yê de rola hespê Trûvayê dilîze û çav li Rûsyayê dişikîne. Dibêje; 'Tu dibînî, ji bo Fînlandiya û Swêd nebin endamên NATO'yê bê ez xwe bera nava xetereyeke çawa didim, lewma beramberiya vê divê kirinên min ên li Sûriyeyê ji nedîtî ve bên.' Belkî rasterast jî doza tiştekî wiha kiribin, em nizanin. Planeke wisa tevlihev heye. Gava bibîne kes pir bertek nîşan nade dê dudilî nebe."    'ÊN CUDA DIFIKIRIN HENE'   Ozsoy diyar kir ku endamê NATO'yê Tirkiye 7 sal in hemû derfetên di dest xwe de bi kar anîne û ji bo kurdên li Sûriyeyê "krîmînalîze" bike û "terorîst" îlan bike li ber xwe dide, lê halî hazir ev hewldanên AKP-MHP'ê hemû pûç bûne. Ozsoy bilêv kir ku meseleya kurdî bi destê desthilatê ji meseleyeke ku dikaribû di nava Tirkiyeyê û kurdan de bê helkirin veguheriye meseleyeke global û got: "Meseleya kurdî niha bûye meseleyeke global. Pergaleke wekî NATO'yê ku ji bo ji nû ve bê organîzekirin jî di nav de kurd di rojeva hemû welatan de ne. Tevahiya cîhanê îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike. Cîhan nîqaş dike ku Tirkiye dixwaze şerê li hemberî kurdan ku nikare bi rê ve bibe daxilî nava konsepta NATO'yê bike. Gerçî ji berê de şerê NATO'yê ye, lê êdî di nava NATO'yê de hin derdorên derbarê kurdan de cuda difikirin hene. Niha Erdogan wekî kozê dawî tişta 6-7 sal in dike didomîne. Hewl dide YPG'ê wekî 'terorîst' bê îlankirin, lê ev îhtimal îhtimalek pir dûr e."    ‘GER WÊREK BE DÊ LI ENQEREYÊ ÇARESER BIKE'   Ozsoy careke din destnîşan kir ku meseleya kurdî veguheriye meseleyeke global û got: "Meseleya kurdî berê loqal bû, bû meseleyek herêmî û niha jî bûye meseleyek global. Ev tiştekî paradoksî ye. Ê ku wisa kir jî ew bi xwe ye. Ji dêvla ku meseleya kurdî li Amedê, li Enqereyê û li deverên din bide ber nîqaşê û çareser bike, hemû enerjiya xwe, çavkaniyên xwe ji bo fetisandina Rojavayê bi kar tîne. Têkiliya xwe ya bi her kesî re perîşan kiriye. Halbûkî pir hêsan e, meseleyeke ku koka wê li vir e. Ne hewce ye mirov biçe li Helsînkiyê, li Stockholê, li Washîngtonê wê bitespisîne. Ger wêrekiyeke we ya siyasî be, hûn ê li ser bisekinin. Lê ya tê kirin tirsonekiya siyasî ya herî mezin e. Kes di çarçoveya siyasî de nêzî meseleyê nabe. Dê hinekî din jî êriş bike."    ‘KURD DÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'   Ozsoy bibîr xist ku kurd Helebçe, Enfal, Efrîn û Kobanê dîtine û got: "Lê piştî hemû êrişan cardin xwe dane ser hev û bi awayekî hîn xurtir dimeşin. Hêvîdar im Tirkiye dest ji vê yekê berde. Ger dest jê bernede dê kurd têkoşîna xwe bidomînin."    MA / Berîvan Altan