Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin 2022-05-31 09:02:34     AMED - Xwarinên xwecihî yên Amedê wekî "Mitbexa Tirk" hatin berpêşkirin. Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî destnîşan kir ku ev yek parçeyeke înkarê ye.    Di çarçoveya "Hefteya Mitbexa Tirk" de ku bi pêşengiya Emîne Erdogan, hevjîna Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan de tê pîrozkirin, di navbera 21-27'ê Gulanê de li Amedê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî bi tevkariya Walîtiya Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a qeyûm tayinî wê hatiye kirin û Zanîngeha Dîcleyê li navçeya Yenîşehîrê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de xwarinên xwecihî yên Amedê wekî "Mitbexa Tirk" hatin berpşkirin. Dolmeyên hişk, mehîr, kutilk, bûmbar, meftûne û gelek xwarinên din wekî xwarinên "Mitbexa Tirk" hatin nîşandan.    PARÇEYEK JI ÎNKARÊ   Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî anî ziman ku çanda kurdî di her warî de hedef tê girtin û bal kişand ser zext û çewisandinên li ser çand û zimanê kurdî, qedexekirina konser û şanoyên bi kurdî. Ronî got: "Em dibînin ku ji her aliyî ve êrişê dibin ser kurdî. Konser hatin betalkirin, şano hatin astengkirin. Ev hemû înkarkirin in."    Ronî ji bo xwarinên xwecihî yên Amed ku wekî "Mitbexa Tirk" hatine nîşandan jî destnîşan kir ku ev parçeyeke înkarê ye û got: "Xwarin bi xwe jî çand e. Înkarkirina wê, an jî guherandina wê yan jî tirkîkirina mitbexa wê jî tê wateya înkarkirina gelê kurd. Lewma em vê yekê qebûl nakin û divê ev yek bê sereratkirin."