Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike 2022-05-31 09:03:24   MÊRDÎN - Lêkolîner-nivîskar Yûsûf Baran Beyî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê gotinên li ser "beka"yê ji ber hebûna kurdan e û ji bo malbata Barazanî jî got: "Divê ji dîrokê rewşê fêm bikin."    Lêkolîner-nivîskar Yûsûf Baran Beyî ku bi nivîs û lêkolînên xwe yên li ser Komkujiya Dersimê tê naskirin êrişên Tirkiyeyê yên li ser kurdan nirxandin.    Beyî, diyar kir ku beriya Komkujiya Dersimê gelek komkujî çêbûne û feraseta nijadperest a bi Îtihat Terakiyê dest pê kiriye bûye sedema van komkujiyan. Baran Beyî bilêv kir ku piştî Îtihat Terakiyê bi senteza tirk-îslamê hereket kiriye projeya sirgûnkirin û kuştina kesên li Anatolyayê û Mezopotamyayê daye ber xwe û got: "Ev proje bû sedema komkujiyên gelekî mezin."    Beyî destnîşan kir ku pergala bîrdozî ya Îtihat Terakiyê hîmên komarê danîne û Komkujiya Dersimê û yên beriya wê jî encamên vê ferasetê ne.    SEDEMA SEREKE YA KOMKUJIYÊ   Baran Beyî ragihand ku Komkujiya Dersimê wekî piştî serîhildanekê hatiye ragihand, lê belê tu eleqeya wê bi rastiyê re tune ye û ji bo vê bal kişand ser "Plana Şerq Islahatê" û nivîsên fermî yên rayedarên hikûmetê yên wê demê û got: "Dersim erdnîgariyeke kurdan e û xwedî bîr û baweriyên cuda ye. Hin kes sedema sereke ya rûxandina Dersimê bi elewîtiyê ve girêdidin. Lê ne wisa ye. Elewîtî û qizilbaşiya wê asta komkujiyê dijwartir kiriye. Lê sedema sereke ya van êrişan kurdbûyîn e. Sedema rûxandina Dersimê kurdbûyîn e."    GOTINÊN LI SER BEKAYÊ   Beyî bibîr xist ku heman polîtîka û plan niha jî didomin û got: "Hê jî rê û rêbazên wekî Kurd Mehmet biçe nobedê didomîmin. Feraseta Cemiyeta Îtihat Terakiyê bi avakarên komarê dewam kir. Li vê erdnîgariyê ermenî, rûm, suryanî, êzidî û kurd û li Dersimê elewî hatin qirkirin. Li vî welatî xeyrî muslîm qelihandin. Lê ev der warê kurdan e. Cihekî pê de biçin tune ye. Lewma çendî mirin tê de hebû jî li vir man. Sedema vê zilmê dewrgirtina qalibên feraseta Îtihat Terakiyê ye."    Baran Beyî anî ziman ku bêdengkirina kurdan bûye tirsa desthilatan û got: "Jixwe sedema ku tim behsa bekayê dikin ji ber hebûna kurda ye. Îro mudaxileya wan a li Sûriye, Iraq û li Îranê mudaxileya dewletê ya li kurdan hemû jî ew e ku kurdan ji bo bekaya xwe talûke dihesibînin. Ji ber vê ye hewl didin kurdan teslîm bigirin. Lê nikaribûn kurdan di koncalekê de veşêrin. Kurd xwe bi rê û rêbazên cuda yên dîplomasiyê, bi têkoşîna xwe îspat kirin û dengê xwe ragihandin."    YEKÎTÎ   Baran Beyî destnîşan kir ku di gotûbêjekê de jineke extiyar jê re gotiye "Mustafa Kemal hê jî di nava me de digere" got: "Gava em behsa Mustafa Kemal dikin, a rast em hê jî wan polîtîkayên nijadperest, netewperest ên ji Îtihat Terakiyê dewr hatine girtin dibînin. Ne şexsê wî, feraset esas tê girtin."    Beyî anî ziman ku meseleya sereke ya kurdan ew e ku ne yek in û got, ev yek sed sal bi kurdan daye windakirin û got, lihevkombûna kongreya neteweyî bivênevê ye.    ‘DIVÊ JI DÎROKÊ REWŞÊ FÊM BIKIN'   Baran Beyî di dawiya axaftina xwe de li ser êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê li Herêma Kurdistana Federe didomîne jî sekinî û sozên ji bo Seyîd Riza hatine dayîn bibîr xistin ku paşê hatibû girtin û darvekirin. Beyî bibîr xist ku Seddam Husên li herêma Barzanê bi hezaran kurd qetil kirine û îşaret bi helwesta dewletan a ji bo referandûma serbixwebûnê kir. Beyî destnîşan kir ku malbata Barzanî divê van qewimînan bibîne û ji dîrokê rewşê fêm bike.