Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye 2022-05-31 11:08:34   ENQERE - Dîroknas Dr. Sedat Ulugana diyar kir ku helwesta Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ya li dijî daxwaza Tirkiyeyê ya li vegera sînorên Mîsak-î Mîllî girîng e û wiha got: “Sedema bidarvekirina Şêx Abdulselam Barzanî ev bû. Ji ber gotina ‘çi karê we li Mûsilê heye’ hate bidarvekirin. Lê malbata Barzanî niha bi Tirkiyeyê re hevkariyeke stratejîk dike. Ev jî nîşan dide ku vê projeyê erê dikin.”    Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest bi êrişeke berfireh kiribû. Di demekî ku ev êrişe didomin de Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan îşareta êrişeke li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Di raya giştî ya Tirkiyeyê de ev planên AKP’ê weke stratejiyeke hilbijartinê tê nirxandin. Tê gotin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo qebûlkirina endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya bo NATO’yê, destûra êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke şert di dane pêşiya wan.    Dîroknas Dr. Sedat Ulugana têkildarî êrişên ji serdema Osmaniyan heta roja me û polîtîkaya şer a AKP’ê ji ajansa me re nirxand. Ulugana, dibêje ku êrişên li dijî Mûsil û Helebê parçeyeke projeya Mîsak-i Mîllî ye û malbata Barzanî jî ev proje “erê” kiriye.    PÊNGAVÊN INGILISTAN Û FRANSAYÊ   Dr. Sedat Ulugana da zanîn ku bi çaryêka sedsala 20’an ve êdî sînorên dewleta Osmanî tenê ji herêma Anatoliyayê pêk dihat û wiha got: “Bakurê erdnîgariya Kurdistanê li ber Anatoliyayê nakeve. Bi Peymana Lozanê re polîtîkayeke ji bo îllhaqkirina tevahiya Kurdistanê hate meşandin. Ingilistanê ji bo ku kanên neftê yên başûrê Kurdistanê û Fransayê jî ji bo yên Rojava, Bakurê Kurdistanê bi qurbanî Kemalîstan kirin. Osmaniyan hewl dan di dema Şerê Kirimê de rewşa xwe ya jeopolîtîk li dijî Rûsya û Ingilistanê bi kar bînin. Sûdgirtina ji van avantajan, di van demên dawî de ji hêla Tirkiyeyê ve bêhtir tê bikaranîn.”    NEO-OSMANÎ   Bi domdarî Ulugana bal kişand ser Neo-Osmantiya ku derdora rastgir tîne ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide polîtîkayên Ne-Osmanî bi awayên cuda têxe meriyetê. Di vê çarçoveyê de derdorên weke SADAT û hwd. ku li pey damezirandina împaratoriyeke mezin a navend Stenbol xistin nava hewldanan. Desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl da Sûdan, Somalî, Tûnûs, Lubnan û Misrê jî tev li vê plana xwe bike. Lê belê siyaseta îslamî anku projeya Îxwan-î Muslimîn a li Rojhilata Navîn têk çû. AKP-MHP niha jî li pey Neo-Osmaniya bi tûraniyê hatiye biserûberkirin ketiye. Lê belê ev proje, projeyeke xurt nîne. Gelê ereb dê nekare xwe di vê projeya tûraniyê de bibîne. Ji ber ku nasnameya osmaniyan di bîra gelê ereb de xwedî cihekî baş nîne. Tevî vê yekê jî AKP-MHP dev ji van hewldanên xwe bernadin.”    PROJEYA MÎSAK-I MÎLLÎ   Di berdewamê de Ulugana got ku AKP-MHP ji ewil hewl didin xwe bigihînin sînorên Mîsak-i Mîllî û wiha berdewam kir: “Di nava sînorên Mîsak-i Mîllî de Heleb û Mûsil jî hene. Welayeta Helebê tevahiya Rojava û ya Mûsilê jî tevahiya başûrê Kurdistanê digire nava xwe. AKP hewl dide van her du herêman bi dest bixe. Di vê mijarê de helwesta hikûmeta başûrê Kurdistanê dê diyarker be. Nizanim bê ka ew çiqas di ferqa vê meseleyê de ne. Birayê Mele Mistefa Barzanî, Şêx Abdulselam Barzanî bi vê sedemê hate bidarvekirin. Digot; ‘çi karê we li Mûsilê heye’ û ji ber vê gotinê hate bidarvekirin. Lê belê malbata Barzanî îro bi Tirkiyeyê re hevkariyeke stratejîk dike û ev jî nîşaneya erêkirina wan a vê projeyê ye. Em dibînin ku gelemperiya xelkê Başûr û pêşmergeyan li dijî vê projeyê ne. Lewma em dibînin ku ev erêkirin, tenê li ser bingeha berjewendiyên malbatî ne.”    BAZARIYA BI NATO Û RÛSYAYÊ RE    Ulugana, bazariya Tirkiyeyê ya ji ber endamtiya NATO’yê bi Fînlandiya û Swêdê re dike û ev nirxandin kir: “Di piştperdeya vê bazariyê de, bazariya Tirkiyeyê ya bi Rûsyayê re heye. Dibe ku Rûsyayê li hemberî astengkirina endamtiya Fînlandiya û Swêdê, deverên cuda yên Rojava pêşkeşî Tirkiyeyê kiribin. Bêguman Tirkiye hewl dide hem ji Rûsya û hem jî ji NATO’yê çendek tawîzan bigire. Heke Tirkiye di mijara endamtiya Fîlandiya û Swêdê de israra xwe bidomîne, dê NATO li dijî Tirkiyeyê helwestekî tund nîşan bide. Lewma dibe ku dewletên rojavayî di mijara êrişa dagirkeriyê ya Tirkiyeyê de bertek nîşan bidin. Heke Tirkiyeyê xwe bide cem NATO’yê, wê demê dibe ku Rûsya jî bibêje; ‘li Minbic û Til Rifatê ez heme. Ez ê qada hewayî bigirim.’ Di daxuyaniyên ji çapemeniya DYA û dewletên rojaveyî diyar dibe ku Tirkiye zêdetir dixwaze tawîzan ji Rûsyayê bistîne. Ji bo ku baş jê fêm bike bê ka çi dibe, divê mirov hinek li bendê bisekine. Lê divê em ji bîr nekin ku AKP di vê pêvajoyê de hewl dide hemû otonomiyên kurdan tune bike.”    ÇEKÊN KÎMYEWÎ   Dr. Sedat Ulugana da zanîn ku di Lijneya Ewlekariyê ya Neteweyî (MGK) yên di salên 2016 û 2018’an de nîqaşa “gelo em ê bikarin qirkirineke kurdan a qismî bikin an na” hatine kirin û wiha pê de çû: “Di rewşa heyî de zehmete ku êdî operasyonên wiha bên kirin. Li şûna wê, girtîgehên bi tîpên F ku weke kampan in hatin pêşxistin û çekên kîmyewî tên bikaranîn. NATO dengê xwe naderxîne ji ber ku berjewendiyên wê bi Tirkiyeyê re hene. Ji bo bazariyeke baş a bi Tirkiyeyê re, bêdudilî dikarin kurdan di yek deqeyê de bifiroşin.”    OSMANÎ Û SAFEWΠ   Bi domdarî Ulugana bal kişand ser helwesta Îranê ya di demên pêş de û ev tişt anî ziman: “Helwesta Îranê krîtîk e. Pirsgirêka di navbera Tirkiye û Îranê de, pirsgirêkeke ontolojîk e. Osmaniyên ku nûnertiya dinyaya sunî û Safewiyên ku nûnertiya dinyaya şîe dikin, du hêzên emperyal in ku hewl didin hukmê li cîhanê bikin. Şerê di navbera van hêzan de bi sedsalan domiya. Navê qada şer a van hêzan jî Kurdistan bû. Vî şerî rê li ber wêranebûna Kurdistanê û parçebûna erdnîgariya civakî ya Kurdistanê vekir. Di dema vî şerî de bi dehan mîrtiyên kurdan nekarîn bên cem hev.”   SIYASETA DI NAVBERA SALÊN 1100-1850’AN DE    Di berdewamê de Ulugana bi bîr xist ku gelê kurd wê demê siyaseta rêya 3’yemîn kiriye û wiha derbirî: “Kurdan, piştî Mêrwaniyan êdî şensê împaratorîbûnê winda kir û piştre jî tu împaratoriyek ava nekirin. Ji salên 1100’an heta salên 1850’an derdora bîst û pênc mîrtiyên biçûk an jî mezin ên kurdan nûnertiya siyasî kirin. Ji bo mayîndetiya xwe carnan bi Osmaniyan re û carnan jî bi Safewiyan re hevkarî kirin. Carnan di dema şer de jî li gorî rewşa şer xwe bi cih kirin û hewl dan ji şerê di navbera van her du hêzên emperyal de sûdê bigirin. Ev siyaseta wan heta salên 1850’an jî berdewam kir. Piştî ku şerê di navbera Osmanî û Îranê de bi tevahî xelas bûyîn, Osmaniyan dest bi tesfiyekirina mîrtiyên kurdan kir.”    ‘RÊYA 3’YEMÎN SIYASETA QEDÎM A KURDAN E’   Ulugana, da zanîn ku tevî hemû dorpêç û ambargoyan jî Îran hêzeke emperyal e û wiha got: “Îran di şerê Iraq û Sûriyeyê de bi rolekî çalak radibe. Bi Rûsya û Çînê re tifaqan pêş dixe. Çanda îslama sunî ya tundrew jî bo xwe weke gefekî dibîne. Lewma naxwaze AKP-MHP li vê erdnîgariyê serwer be û naxwaze tevgera kurd jî qels bibe. Ez qala wan kurdan dikim ku navberekê li dijî wê şer dikir û hêj niha jî endamên wê bi dar ve dike. Divê mirov vêya bibîne, gelê kurd li Rojava Rêya 3’yemîn ceriband û bi ser ketin. Siyaseta qedîm a kurdan dîsa bi ser ket. Rêya 3’yemîn, siyaseta qedîm a gelê kurd e.”    PARADÎGMAYA DIJ-EMPERYAL    Ulugana, destnîşan kir ku di çanda exlakî û dîrokî ya kurdan de bûyîna hêzeke emperyal tune ye û wiha axivî: “Gelê kurd, gelekî şerker e. Ev 2 hezar sal in ji bo xaka xwe şer dike. Moxol hatin û çûn, Îskender hat û çû. Gelek serdestên cîhanê êrişî Kurdistanê kirin lê kurdan dîsa jî paşde gav neavêtin. Kurd ji ber xwezaya xwe, zû bi zû êrişî cihekî nakin. Selahaddîn Eyûbî jî ji bo vê rewşê wiha dibêje; ‘Min Împaratoriya Eyyûbiyan a ewqas mezin ava kir. Lê tevî hemû hewldanan jî min nekarî berê eşîra xwe bidim çolên ereban. Dev ji çiyayan bernedan.’ Kurdên çiyayî zû bi zû çav bernadin xaka kesekê din. Girêdana wan a bi xaka wan re pir xurt e. Tu carî nakevin nava mêtingehkirina erdnîgariyeke din. Lewma paradîgmaya siyasî ya kurdan a îro jî dij-emperyal e. Ji dewletan zêdetir, gelan esas digirin.”    HEM ÎSKENDER Û HEM JÎ MOXOL TÊK ÇÛN   Ulugana, daxuyand ku paronayeke mezin a AKP-MHP’ê ya kurdan heye û wiha pê de çû: “Kurdan, ji bo mîsogeriya xwe weke talûkeyeke mezin dibînin. Dixwazin ku li kurdan bê xistin. Lê ji dîrokê ve erdnîgariya  Kurdistanê li dijî êrişan di pozîsyoneke xurt de ye. Vê erdnîgariyê kurd ji Îskendar parastin. Moxolên ku tevahiya Rojhilata Navîn hilweşandîn, li Kurdistanê têk çûn. Dîrok gelek qala vê nake. Şirîkê herî mezin ê kurdan, erdnîgariya wê ya çiyayî ye.”   REWŞA MALBATA BARZANÎ   Dîroknas Ulugana, diyar kir ku malbata Barzanî li şûna kurdan pere tercîh kirine û ev tişt anî ziman: “Bendewariya herî mezin a kurdan azadî ye. Tevî vê yekê jî hesabên banqeyê yên Mesûd, Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî li Tirkiye û welatên din hene. Îro Kurdistan, ji bo parastina mal û milkê wan ê malbatî weke aksesûarekê tê bikaranîn. YNK û Goran jî ji polîtîkaya PDK’ê gelek dûr nînin. Meseleya wan jî para kêm a ji dahatên petrolê ye. Tam di rewşeke wiha de rastiya gelê Başûr derdikeve holê ku hestên wan ên welatparêziyê xurt in lê ji hêla desthilatdariya PDK-YNK’ê ve bi tundiyê hatine terbiyekirin. Siyaseta bakurê Kurdistanê ya ji bo gelê kurd tê meşandin, dê ji bo Başûr û Rojhilat jî bibe hêviyek. Sedema dijminatiya partiyên Başûr a li dijî tevgera kurdan a Bakur, ji ber sempatiya gelê Başûr a ji bo siyaseta li Bakur e.”   ‘AKP DÊ WINDAN BIKE’   Herî dawî jî Ulugana wiha got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku li Tirkiyeyê amûrên zextê pir zêde bi kar tîne, dê bi hilbijartineke demokratîk neçe. Dê ferqa rehiyan jî gelek zêde be. Ne di asteke ku bikarin bidizin de ye. Dê di hilbijartina ewil de winda bikin û şensê xwe yê dawî diceribînin. Bi êrişeke li dijî Rojava û kurdan re hewl didin dengên nîjadperestan bigirin. Lê belê gelemperiya raya giştî ya Tirkiyeyê di ferqa vê yekê de ye.”    MA / Firat Can Arslan