Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin 2022-05-31 11:38:39   DÎLOK - Li Dîlokê, Şakîr Çakir ê li jina sûriyeyî ya astengdara mêjî a 70 salî xistibû hat binçavkirin.    Li Dîlokê, beriya çend rojan dîmenên zilamekî tundî li jineke astengdar a mêjî ya 70 salî ya sûriyeyî dike li ser medya sanal hatibû parvekirin. Gelek kesan li ser hesabên xwe yên medya sanal bertek nîşan dan. Li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê, derbarê mijarê lêpisîn da destpêkirin. Walîtiya Dîlokê, derbarê mijarê de daxuyand ku nasnameya zilamê tundî li jina astengdar a sûriyeyî kiriye hatiye diyarkirin û da zanîn ku zilamê bi navê Şakîr Çakir hatiye binçavkirin.