Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da 2022-05-31 11:50:21   WAN - Sedat Alkan ku dema serdana esnafan a Şaredarê Şîşliyê Mûammer Keskîn polîtîkayên derbarê Pirsgirêka Kurd de rexne kiribû, ji bo îfadeyê hat vexwendin.    Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, di 27-29'ê gulanê de bi hemû şaredarên CHP'ê re serdana Wanê kiribû. Kiliçdaroglû û şaredarên CHP'ê du rojan li bajar hevdîtinan kiribûn û serdana esnafan kiribûn. Dema serdana esnafan a Şaredarê CHP'ê yê navçeya Şîşlî ya Stenbolê Mûmmer Keskîn welatiyê bi navê Sedat Alkan polîtÎkayên derbarê Pirsgirêka Kurd de rexne kiribûn. Alkan bi angaşta "propagandaya rêxistinê" ji bo emniyetê hat vexwendin û li emniyetê 3 saetan îfade da. Piştî îfadeyê Alkan hat berdan.    Ji Alkan hatiye pirsîn ku bi gotinên "Xweserî" , "Xwerêveberî" , "Dewletê bi kurdan re şer dike" û "Kurdistana Başûr" xwestiye çi bibêje. Alkan jî gotiye ku xweserî û xwerêveberî rêvebirina şaredariyan a bêyî tayînkirina qeyûman û perwerde bi zimanê kurdî ye û ji ber dijberiya xwe polîtîkayên şer van gotinan gotiye.