TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand 2022-05-31 12:10:43   STENBOL - Parlamenterên TÎP’ê di salvegera berxwedana Geziyê de pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin.    Parlamenterên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, Sera Kadigîl û Ahmet Şik, di salvegera 9’emîn a berxwedana Geziyê de bi Pira Bogazîçiyê ve pankarteke ku li ser nivîsa “Her der Taksîm her der berxwedan” dinivîsî daliqandin. Dema parlamenterên TÎP’ê pankart daliqand polîsan êrişî wan kir. Di êrişa polîsan de telefona Sera Kadigîl kete behrê.