TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan 2022-05-31 14:03:48 WAN - Hevserokê Şaxa TUHAY-DER a Wanê Adil Koçak bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û wiha got: “Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan. Tecrîda li ser Ocalan niha li hemû girtîgehan berbelav bûye û divê ev tecrîd bi dawî bibe.”  Şaxa Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê têkildarî binpêkirin û mirinên biguman ên li girtîgehan, li pêşiya Navenda Kar a Ovayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Atolyeya Hunerê ya Aryenê û gelek kesên din amade bûn. Beşdaran pankarta “Azadî ji girtiyên nexweş re” vekirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    Hevserokê Şaxa TUHAY-DER a Wanê Adil Koçak di daxuyaniyê de anî ziman ku girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan û wiha domand: “Ev demekî dirêje ku hiqûq hatiye binpêkirin û girtîgeh bi sepanên OHAL’ê tên birêvebirin. Bi pandemiya Covîd-19’ê re di serî de mafê jiyanê, girtîgeh veguherîne navendên binpêkirina mafan. Hikûmeta ku hemû rêgezên hiqûqa navxweyî û navneteweyî binpê dike, li rexekî bi hezaran kes xistin giritîgehan, li rexekê girtiyên nexweş terkî mirinê dike, li rexekî girtiyên ku cezayê wan xelas bûye bernade û li rexa din jî girtiyan sirgûn dike, îşkence dike û ji hemû mafan bêpar dihêle.”    MIRINÊN BIGUMAN    Koçak, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek kes li girtîgehan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest didin. Em van mirinan weke mirinên xwezayî nabînin. Em tevek jî dizanin ku li girtîgehan mirineke xwezayî nabe û divê asayî neyê dîtin jî. Di nava salekî de Mehmet Alî Çelebî, Bangîn Muhammed, Abdulrezzak Şuyur, Halîl Guneş, Sînan Kaya, Şervan Can Guder, Mehmet Hanîfî Bîlgîn, Vedat Erkmen, Ramazan Turan, Ferhan Yİlmaz û herî dawî jî Siddik Ugur li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Tecrîda li ser birêz Ocalan niha li hemû girtîgehan berbelav bûye. Li ser vê bingehê, banga me ew e ku di şexsê Abdullah Ocalan de li hemû girtîgehan tecrîd bi dawî bibe. Heta Tirkiye dev ji sepanên dijdemokratîk bernede dê girtîgeh vala nemînin. Divê ji ber mirinên biguman hesabê bidin hiqûqê, pêşî li îşkence û nêzikatiya xerab a li girtîgehan bê girtin, qedexeyên keyfî bi dawî bibin û mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş neyê binpêkirin.”