Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin 2022-05-31 16:05:56   ÊLIH - Li gundên Hafikê, Kevnaraza û Beyîkê yên navçeya Hezoyê operasyoneke leşkerî hate destpêkirin.    Li navçeya Hezo ya Êlihê operasyoneke leşkerî hate destpêkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin gelek leşker û cerdevan tev li operasyona ku serê vê sibê li Herêma Ova ya navçeyê hatiye destpêkirin bûne. Operasyona ku gundên Hafikê, Kevnaraza û Beyîkê têxe nava xwe, bi piştgiriya hewayî berdewam dike.