Doza 12‘ê Îlonê betal bû 2022-05-31 19:23:06   ENQERE - Dadgeha Bilind, biryara dadgeha xwecihî ya derbarê Kenan Evren û Tahsîn Şahînkaya de ku xwestibû mal û milkên wan bê desteserkirin û rutbeya wan jî bê betalkirin erê kir. Bi vê biryarê re Doza 12'ê Îlonê betal bû.    Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Bilind, têkildarî biryara 12'ê Nîsana 2019'an a Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Enqereyê ya derbarê Kenan Evren û Tahsîn Şahînkaya de biryara xwe eşkere kir. Dadgeha Bilind, biryar da ku ji ber mirina Evren û Şahînkaya doza derbarê wan de bê betal bûye û biryara dadgeha xwecihî ya ji bo desteserkirina mal û milkên wan û betalkirina rutbeya wan û derxistina wan a ji TSK'ê jî erê kir.