Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e 2022-05-31 20:48:42     AMED – HDP'ê bi beşdarbûna partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk li Qada Şêx Seîd têkildarî Doza Kobanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî Doza Kobanê ku hê jî didome, li Qada Şex Saîd ya Amedê bi dirûşmeya "Em HDP diparêzin" çalakiyek li dar xist. Endam û rêvebêrin Partiya Heremên Demokratîk (DBP), rêxistina bajêr û yên navçêyan ên HDP'a Amedê, Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê yên bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER),  Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û gelek sazî û partiyên  sîyesasî yên bajêr tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên li ser "HDP gel e, kes nikare îradeya gel bişikîne " û "Em li vir in, em HDP ê diparêzin" nivîsandî hilgirtin û dirûşmeyên wekî "HDP gel e, gel li vir e", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e" hatin berzkirin.   Di çalakiyê de ewilî Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan axivî. Ceylan destnişan kir ku Doza Kobanê dozeke kûmpasê ye û bi vê kumpasê kes nikare pêşiya HDP bigire ûgot: “Ew dozeke hiqûqî nîn e, dozeke siyasî ye. Bi armanca ku siyaseta demokratîk tengazar bikin didin meşandin. Em dubare dibêjin siyaseta AKP-MHP nikare pêşiya siyaseta demokratik bigire. Têkoşîna Kobanê insanî, wijdanî û ehlaqî bû.”   Pişt re Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy daxuyanî xwend. Atasoy diyar kir ku desthilat têk çûye û agahiyên derbara Doza Kobanê de parve kirin. Atasoy bal kişand ser darizandinê jî ku li Sîncanê hat kirin û got: “Desthilat dadgehan û darizandinê ji bo zextên xwe zêde bike bi kar tîne. Biryarên ku ew dadgeh didin bila bizanibin ku nikarin berxwedana me qut bikin û em tu caran paş de gav navêjin. Kesên ku dixwazin bi dozên nimûne me xilas bikin, bila li dîroka me ya berxwedanê mêze bikin.”    Atasoy rewşa Seddam Husên bibîr xist û got: “Ji bîr nekin ku Seddam ji serokê dadgehê re got ‘ez doza darizandineke adil dikim.' Lê serokê dadgehê jî got, 'Em te bi qanûn te didarizînin.'"   Herî dawî Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun jî bilêv kir ku bi şev û biroj bêhiqûqiyên AKP-MHP'ê didomin û bal kişand ser jinên ku li Êlihê hatibûn binçavkirin. Tosûn got: “12 hevalên me yên jin li Êlihê binçav kirin. Jin li her derî têdikoşin û hûn nikarin tekoşina me jinan û kurdan qut bikin. Desthilat û hevkarên wê MHP-PDK bila baş bizanibin ku dê têkoşîna jinan û tevahiya kurdan bi ser bikeve. Digotin Kobanê ket, lê Kobanê bû kabûsa wan. Fikra ji Kobanê belav bû hemû dinyayê, îro dixwazin tola vê ji HDP'ê bigirin. Bila bizanibin ku em paş de gav navêjin."   Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e” bi dawî bû.