Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn 2022-06-01 11:08:39     NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk li dijî girê Zinarê Kestayê yê Heftanînê ku 46 rojan nekarî bikevê, çekên kîmyewî bi kar anîn.    Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Zapê êrişeke berfireh da destpêkirin û ev êriş hêjta berdewam in. Artêşa tirk ku nekarî tişta dixwest li Zap, Metîna û Avaşînê bi dest bixe, tevî hemû hewldanan nikare bikeve Heftanînê jî. Bi sala ye li dijî Heftanînê ji bejahî û hewayî ve êrişên dijwar pêk tîne. Lê belê di serî de Girê Konferansê, nekarî li gelek deveran bikeve tunelên şer.    Artêşa tirk tevî hemû êrişên xwe yên bejahî û hewayî yên li dijî herêmê jî nikare herêmê kontrol bike. Li gel vê yekê, di navbera HPG’ê û artêşa tirk de gelek caran pevçûnên dijwar diqewimin. Hat zanîn ku pevçûnên dijwar li Zinarê Kestayê diqewimin ku di navbera Heftanîn û Metînayê de ye. Lê belê tevî êrişên 46 rojan jî artêşa tirk nekarî bikeve tunelên şer. Hat zanîn ku artêşa tirk li vir nêzî hefteyekê çekên kîmyewî bi kar anîn lê nekarî bikeve vî girî.    BAREGEHÊN LEŞKERÎ VALA KIRIN    Li qada Xontur a Heftanînê ku rastî êrişên dijwar ên hewayî tê, pevçûnên dijwar diqewimin. Artêşa tirk tevî bi kar anîna çekên kîmyewî jî nekarî pêş bikeve û li Girê Konferansê jî xitimî ye. Ji ber pevçûnên dijwar, artêşa tirk  sê noqteyên leşkerî yên li Girê Konferansê vala kirin.    KUŞTIYÊN TSK’Ê ZÊDE DIBIN   Li herêma ku gelek caran pevçûnên dijwar lê diqewimin, hejmara leşkerên tên kuştin jî zêde dibe. Herî dawî Wezareta Parastinê da zanîn ku li Heftanînê 5 leşker hatine kuştin. Lê belê hat ragihandin ku di pevçûnên li vê herêmê de 20 leşker hatine kuştin. Artêşa tirk ku di pevçûnan de xwe paşve dikişîne, li qereqolên ser sînor herêma navborî topbaran dike.    ‘JI KÎSÊ BAVÊ XWE DIMIRIN’   Hat zanîn ku 5 roj berê li Heftanînê di encama êrişeke moşekî de 3 leşker hatine kuştin lê ev windahî hatine veşartin. Li hêla din hat gotin ku di pevçûnan de gelek leşker birîndar bûne lê helîkopter nikarin dadin van herêman. Gelek leşkerên birîndar bi helîkopterên Hêzên Taybet ên li Silopiyayê ji herêmê tên veguhestin.