Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên 2022-06-01 11:17:48 STENBOL - Ji sala 2021'an ve 51 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest daye. Di nav salekê de hezar û 572 serlêdana binpêkirina mafan li CÎSST'ê hatine kirin. CÎSST'ê diyar kir ku derbarê girityên nexweş de binpêkirinên micid hene.    Li Girtîgehan binpêkirinên giran ên mafan didomin. Binpêkirinên mafan ên sereke îşkence, tecrîd, mehmeleya xerab, tenduristî, astengkirina mafên civakî, lêgerîna tazî ne. Her wiha bi van binpêkirinan re nûçeyên mirinê jî ji girtîgehan tên. Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a 31'ê adara 2022'yan, li girtîgehên Tirkiyeyê 651 jê giran bi giştî hezar 517 girtiyên nexweş hene û ji salan 2021'an ve 46 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Ji bilî van girtiyên nexweş bi îşkenceye girtî Garîbe Gezer, Vedat Erkmen, Sînan Kaya, Ferhan Yilmaz, Sidik Ûgûr û Sezer Alan jî jiyana xwe ji dest dan.    HEZAR 572 SERLÊDANÊN BINPÊKIRINAN   Li gorî rapora Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfaza Ceza (CÎSST) ya navbera salên 2021-2022'yan ku hê nehatiye temamkirin heta niha bi hezar 187 girtiyê re têkilî hatiye danîn û 3 hezar û 180 girtiyan bi reya nameyan serî li komeleyê daye. Di nav serlêdanên ku li CÎSST'ê hatine kirin de hezar 572 binpêkirin hatine tespîtkirin.  Ji van binpêkirinan 140 girtiyan diyar kiriye ku îşkence û mehmeleya xerab li wan hatiye kirin, 181 girtiyan diyar kiriye ku mafê wan ê tenduristiyê hatiye binpêkirin.    Ozge Aksoy ku li CÎSST'ê di qada tematîk de xebatan dike, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê de aixivî û derbarê pirsgirêkên ku girtî dijîn de agahî dan: "   BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHAN   Aksoy, diyar kir ku li girtîgehan cihêkarî û binpêkirinên mafan pêk tên û wiha got: "Ji ber vê mexdûriyeteke zêde heye. Qoteya kincan li hemû girtîgehan bi heman rengî pêk tê. Ji ber ku avhewaya hemû girtîgehan ne mîna hev e ev dibe sedema binpêkirinan. Di xwarin, hewadarî, paqijî û germkirinê de jî pirsgirêk hene. Girtiyên nexweş di mijara tenduristiyê de tên mexdûrkirin û mafên wan tên binpêkirin. Pêwistiyen taybet ên girtiyan nayê bersivandin û di nav ceza de ceza li wan tê birîn. Li girtîgehan pêkanîn zayendparêz jî hene. Ji ber vê pêwistiyên tabet ên girtiyên jin nayênbersivandin û mafê wan tê binpêkirin. Ev yek jinên girtî dide zorê û bi wan re neşexweşî çêdibin. Dema ku nexweş dikevin jî wan mieyne nakin. Bi raporên ATK'ê berdana girtiyan tê astengkirin."   MA / Esra Solîn Dal