5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan 2022-06-01 14:12:21   ŞIRNEX - 5 kesên ku li Şirnexê di daxuyaniya şermezarkirina Doza Kobanê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.   Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Şirnexê û navçeyên wê duh li Şirnexê xwestin ku li Qada Cumhuriyetê derbarê Doza Kobanê de daxuyanî bidin lê polîsan mudexile kiribû û Hevserokê HDP’a Navçeya Navendî Kamûran Demîr, Hevseroka HDP’a Qilebanê Zîlan Yaman, Hevseroka HDP’a bajarokê Dêrgûlê Zozan Denîz, rêveberê HDP’ê yê Sîlopyayê Tuncay Înal û welatiyê bi navê Dûrsûn Çakir binçav kiribûn. 5 kesên ku hatibûn binçavkirin îro piştî îfadeyê wan a li dozgeriyê hatin berdan.