Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir 2022-06-01 14:44:49   ENQERE - Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, di komcivîna partiya xwe de got ku hedefa êrişa wan a dagirkeriya Rojava Til Rifat û Munbîç e.    Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan, di civîna komcivîna partiya xwe de axivî û hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir. Erdogan, derbarê êrişê de bêyî ku dîrok bide got ku wê Til Reifat û Mınbîçê dagir bikin û ev tişt got: "Li sînorên başûr di avakirina herêma ewle ya bi kûrehiya 30 kîlometreyî de em derbasî qonaxeke din dibin. Em Til Rifat û Munbîçê ji terorîstan paqij dikin. Piştre gav bi gav li herêmên din jî heman tiştî bikin. Em ê bibîbin ku wê kê piştgirî bide me û kê bibe asteng."