Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin 2022-06-01 15:22:36   ŞIRNEX - Di 30'ê Nîsanê de di êrişên li Çiyayê Cûdî de 8 leşker hatibûn kuştin. Wezareta Karê Navxweyî êrişên wê demê hatibûn destpêkirin, piştî mehekê ragihandin.    Di 30’ê Nîsanê de li Çiyayê Cûdî di navbera endamên HPG’ê û artêşa tirk de şer derketibû û di şer de 8 leşker hatibûn kuştin. Wezareta Karê Navxweyî êrişên wê demê hatibûn destpêkirin, piştî mehekê ragihandin. Wezaretê aşkera kir ku 585 leşker, polîs û cerdevan tev li operasyona li Newala Tuşimiya ya Çiyayê Cûdî yê Şirnexê hatiye destpêkirin bûne.    Di 1’ê Gulanê de jî li herêmê êriş hatibûn destpêkirin. Di 11’ê Gulanê de jî ketin û derketina gundên Avgamasiya, Serêdehlê û Şilêrît ên li quntara Çiyayê Cûdî dimînin hatibûn qedexekirin.