Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike 2022-06-01 19:13:16   AMED - Xizmên girtiyan xwestin ku dozger ji bo hestiyên di bin Midûriyeta Polîsan a Bismilê de hatine dîtin testa DNA'yê bike û ji bo xwedîderketina li hestiyan bang kirin.    MEBYA-DER'ê têkildarî hestiyên ku di sala 2021'ê de di dema xerakirina avahiya Midûriyeta Polîsan a Bismilê de derketibûn holê daxuyaniyek da. Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran Re (TÛAY-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên HDP'ê yên Bismilê tevli daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li cihê ku hestî lê hatibûn dîtin hat dayîn. Di daxuyaniyê de xizmên windayan Atîlla Yenîsoy û Mûstafa Kûrt axivîn.    Ewilî Atîlla Yenîsoy, birayê Tûrgût Yenîsoy ê hatiye windakirin, axivî. Yenîsoy bilêv kir ku berî ku birayê wî Tûrgût Yenîsoy bê windakirin çawîşên pispor tim dihatin mala wan û ew nerihet dikirin û got: "Çawîşên pispor ên bi navê Ahmet Suleyman û Recep tim dihatin mala me û sîxurtî li birayê min ferz dikirin. Her wiha ji aliyê polîsê ku jê re digotin Bîçercî jî dihat nerihetkirin. Ji ber ku birayê min ev yek qebûl nedikir tim dihat binçavkirin. Herî dawî gava ew binçav kirin ew bi erdê ve kaş kirin û birin."    ‘QEYÛM HESTÎ VEŞARTIN'   Yenîsoy bilêv kir ku di dema xerakirina avahiya Midûriyeta Polîsan a Bismilê de û di dema kolandina li ser rêya Embarê hestî hatine dîtin û got: "Dewlet jî dizane li Bismilê 3-4 kes winda ne. Em 28 sal in ji bo van windayan têdikoşin. Hem dozgerî hem jî midûriyeta polîsan bi vê dizane. Lewma qet nebe diviyabû derbarê van hestiyan de agahî bidana me. Dikaribûn ji bo tespîtkirina hestiyan xwînê bigirin. Lê em pê hesiyan ku qeyûm hestiyên hatine dîtin li  Taxa Embarê veşartine."    ‘100 SAL JÎ DERBAS BIBE EM Ê BITÊKOŞIN'   Yenîsoy ragihand ku salek berê rayedarên dewletê hatine cem wan û tazmînat û karmendî teklîfî wan kirine û got: "Me qebûl nekir. Em nakin jî. Em hestiyên xwe dixwazin. Em ji bo vê têdikoşin. 100 sal jî derbas bibin em ê dest ji vê têkoşînê bernedin. Dê piştî me neviyên me jî vê têkoşînê bidomînin. Dozgerî divê ji bo hestiyên hatine dîtin testa DNA'yê bike û tespît bike bê aydê kê ne."    Mûstafa Kûrt, apê Uzeyîr Kûrt ê di binçavan de hatiye windakirin got: "Dibe ku ev hestiyên di bin qereqolê de hatine dîtin ên mirovên li Bismil hatine windakirin bin."    Kûrt xwest dozgerê Bismilê têkildarî van hestiyan testa DNA'yê bike û got: "Bila tevahiya gelê Bismilê xwedî li van hestiyên hatien dîtin derkeve."