Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne 2022-06-02 09:04:43   WAN - Fevzî Çelebî, birayê siyasetmedar Zekî Çelebî got: "Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne. Hin zanyariyên me hene bê kî birayê me qetil kiriye, lê gava tam zelal bibe em ê bi raa giştî re parve bikin."    Li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Federe di 17'ê Gulanê de siyasetmedar Mehmet Zekî Çelebî di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî piştî qetilkirina wî bi 10 rojan li bajarê wî Wanê di bin dorpêça polîsan de hatibû veşartin.    Fevzî Çelebî, birayê Mehmet Zekî Çelebî behsa birayê xwe û têkoşîna wî kir.    DI TEMENEKÎ BIÇÛK DE DAXULÎ NAVA SIYASETÊ BÛ   Mehmet Zekî Çelebî di sala 1973'Yan de li gundê Norşînê yê navçeya Elcewazê ya Bedlîsê hatiye dinê. Malbata wî ji ber rewşa aborî di sala 1984'an de bar kiriye çûye Wanê. Ji ber ku malbat nikaribûye debara xwe bike Zekî Çelebî hê di zarokatiya xwe de çûye Stenbolê xebitiye. Gava lis er înşeatan xebitiye tevgera kurd nas kiriye û ji wê rojê heya roja hatiye qetilkirin jî bi wê ferasetê tevgeriyaye.    Fevzî Çelebî, bilêv kir ku birayê wî her cara ku hatiye Wanê tiştên ji têkoşîna kurdan fêr bûye bi ferdên malbatê re parve kiriye û behsa liv û tevgerên wî yên rêxistinbûyînê kir.    Çelebî got: "Birayê min wekî navê xwe zekî (jîr) bû. Çi kar bikirana zû bi ber diket. Der barê têkoşîna siyasî de zanyariyên xwe bi me re parve dikir, diaxivî. Tiştên biryaê min ji me re digot û êrişên nijadperest ên li ser kurdan ferasetek bi me re çêdikir. Piştî daxilî nava siyasetê bû ji bo malbata me bû rêber."    CEZAYÊ MUEBEDÊ LÊ HAT BIRÎN   Çelebî da zanîn ku birayê wî di sala 1999'an de li navçeya Erdîş a Wanê hatiye binçavkirin û 9 rojan hatiye îşkencekirin û 6 salan jî di girtîgehê de maye. Çelebî anî ziman ku piştî hatiye berdan jî dadgeha wî dewam kiriye û paşê ji ber "endamtiya rêxistinê" cezayê muebedê lê hatiye birîn û ji ber vê çûye sirgûnê. Çelebî got: "Birayê min piştî hat girtin dewletê mala me ji xwe re kir hedef. Kesên sivîl tim li ber mala me bûn. Birayê min piştî 6 salên gitîgehê hat Wanê, lê di sala 2008'an de cezayê muebedê lê hat birîn. Ji ber vî cezayî çû Herêma Kurdistana Federe û li Silêmaniyeyê bi cî bû. Li vira jî xebatên xwe yên siyasî yên legal domandin. Lê mixabin li wir hat qetilkirin."    ‘DIXWEST BI NASNAMEYA XWE BIJÎ'   Çelebî destnîşan kir ku birayê wî ji bo aştiyê têkoşiyaye û got: "Em tim pê serbilind bûn. Rêya wî, dê bibe rêya me. Ji bo aştî bê vê axê têdikoşiya. Ji bo azadî û demokrasiyê xebitî û dixwest bi nasnameya xwe, bi ziman û çanda xwe bijî. Her wiha biryaê min zarokên xwe jî bi vî awayî mezin dikir. Gava çû sirgûnê jî tim alîkariya kesên mexdûr dikir. Hin kes bi mehan dibûn mêvanên wî."    ‘DI DEST ME DE AGAHÎ HENE, LÊ NE ZELAL IN'   Çelebî da zanîn ku ji bo kesên Zekî Çelebî kuştine bên dîtin dê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin û got: "Di dest me de zanyariyên berbiçav tune ne. Heya tiştekî berbiçav tune be, em naxwazin tiştekî bibêjin. Me serî li hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyeyê dan ji bo berpirs bên dîtin. Em ê dest ji vê yekê bernedin. Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne. Hin zanyariyên me hene bê kî birayê me qetil kiriye, lê gava tam zelal bibe em ê bi raya giştî re parve bikin. Ji bo ev yek bê dîtin çi hewce be em ê bikin. Ev kes kî dibin bila bibin gava agahî û zanyariyek bi dest me bikeve em ê bi raya giştî re parve bikin. Em ê serî li saziyên têkildarî ên Tirkiyeyê jî bidin. Em dixwazin kujer û ên rê li ber wan xistine bên darizandin. Hin agahî di dest me de hene bê kî kiriye, lê gava tam zelal bibe em ê bi raya giştî re parve bikin."    ‘DIVÊ KURD BIBIN YEK'   Çelebî di dawiya axaftina xwe de got: "Em naxwazin tu kes bi vî awayî jiyana xwe ji dest bide. Em naxwazin tu dayik û bav bi vê êşê bijîn. Êşa me xedar e û bi rastî jî nayê pênasekirin. Em dixwazin meseleya kurdî bi aştî, wekhevî û demokrasiyê bê çareserkirin. Ji bo ev atmosfer bê afirandin jî divê kurd bibin yek. Ger em nebin yek em ê bibin qurbanên suîqastan, cinayetên kiryar nediyar û di zindanan de birizin. Mixabin ev rastî ne. Kurd hemû divê bibin yek."