Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye 2022-06-02 10:08:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmenderên kurd ên Herêma Federal a Kurdistanê diyar kirin ku li herêmê jiyana tu kesî ne di ewlehiyê de ye û wiha gotin: “Di kuştina her siyasetmedarekî kurd de tiliya PDK'ê heye. Herêm êdî bûye cihê îstixbarat û hêzên sîxûriyê.”   Aloziya aborî, siyasî û civakî ya Herêma Federal a Kurdistanê her ku diçe kûrtir dibe. Pirsgirêkên navxweyî yên li herêmê, aloziya heyî hîn girantir dike. Bi girêdayî vê rewşê re zext, binçavkirin, girtin, gef û înfazên li dijî hêzên demokratîk jî didomin. Herî dawî di 17’ê gulanê de siyasetmedarê kurd Mehmet Zekî Çelebî li Silêmaniyê di êrişeke çekdarî de hate qetilkirin. Siyasetmedarên başûrê Kurdistanê têkildarî sûîqestan, zext, binçavkirin û girtinên li başûrê Kurdistanê axivîn.    Têkildarî mijarê Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah destnîşan kir ku li ser Herêma Kurdistanê lîstikên mezin tên lîstin û wiha got: “Hêzên hegemonîk polîtîkaya xwe li ser seranserî cîhanê ferz dikin û tevahiya cîhanê di rewşeke nediyar de derbas dibe. Şer, bi xwe re mirin û wêraniyê tîne. Her hêzeke kapîtalîzt xwedî projeyeke. Çend aliyên wan hene. Ev alî piştgiriya şer dikin û di nava danûstandinan de ne. Ji van gelekan koalîsyon ava kirine û di nava koalîsyonan de jî nakokî hene. Ji ber ku her hêzek dixwaze hegemonyaya xwe zêde bike û ji bo berjewendiyên xwe şer bike. Şerê xazê, neftê, bazar, dîrok û hwd. ku ev şer gelemperî li Rojhilata Navîn û bi taybet jî li Iraq û Kurdistanê ye. Lewma erdnîgariya me bûye cihê aloziyên wiha.”   ‘KURDISTAN BÛYE CIHÊ ALOZIYÊN HÊZÊN HEGEMONÎK’   Bi domdarî Ebdullah got ku ji DYA’yê heta inglîz û îsraîliyan, gelek dewlet ji bo Kurdistanê xwedî proje ne û wiha domand: “Dîsa hîlala şîe ji vir derbas dibe û osmaniya nû dixwaze vir dagir bike. Mixabin di rewşeke wiha de hêzên kurd ne ji bo gelê xwe lê ji bo berjewendiyên xwe û ji bo hêzên derve dixebitin. Vê yekê jî herêm kiriye cihê nakokiyên hêzên derve. Herêm bûye cihê îstixbarat û hêzên sîxûriyê. Bi taybetî dewleta tirk dixwaze ji vê paşverûtiyê sûd bigire û vê xakê dagir bike. Lewma dewleta tirk vê terorê li Herêma Kurdistanê dike ku rayedarên herêmê jî alîkariya wan dikin.”    'HEWLÊR JI BO TERORÎSTAN CIHEKE EWLE YE'   Di berdewamê de Ebdullah anî ziman ku PDK kujeran bi awayekî vekirî diparêze û wiha pê de çû: “Herêma Kurdistanê di bin serweriya PDK û dewleta tirk de ye. Gelek baregehên leşkerî û sîxûriyê yên dewleta tirk hene. Bi hêzên çekdar ên PDK’ê re lihevkirî ne. Asayîşa YNK’ê dibêje ku ew kujerên şehîd Şukrî Serhed û şehîd Mihemed Zekî Çelebî ne. Kujerên Zekî Çelebî reviyane Hewlêrê. Ev jî tê wê wateyê ku Herêma Kurdistanê bo terorîstan cihekî biewle ye, di destê dewleta tirk de ye û ji bo welatparêzan jî cihekî xeternak e. Ev êrişên ser welatparêzan, bi destê îstîxbarata Tirkiyeyê û bi hevkariya hinek dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê tên kirin. Dixwazin bi van kiryarên terorîstî di nava kurdan de bêbaweriyê pêş bixin û vîna kurdê azad têk bibin.”    'TIRKIYE BEYÎ PDK'Ê NIKARE KAR BIKE'   Ebdullah bal kişand ser bêdengiya PDK’ê ya li dijî van înfazan û wiha nirxand: “Ev tê wateya erêkirinê. PDK ji bo parastina desthilatdariya xwe, ji bilî kurdan dê serî li her derê bide. Ji ber ku ne girêdayî gelê xwe lê her tim girêdayî hêzên derve ye. Ew in ku ji bo berjewendiyên hêzên derve şer dikin. Lê binêrin, PDK ji bo xatirê Tirkiyeyê alîkariya DAIŞ’ê kir. Ma em ê çima bibin beşekî nakokiyên navxweyî yên şîeyan? Rêkeftina Barzanî, Sedr û Sunne beşeke vî şerî ye. PDK êdî bûye parçeyeke stratejiya Tirkiyeyê. Tirkiye bêyî PDK'ê nikare li Iraq û Herêma Kurdistanê karê xwe bike. Her wiha PDK bêyî Tirkiyeyê nikare li ser lingan bisekine. Êdî bêdeng nemînin.”   'EV DER JI BO ŞOREŞGERAN NE CIHEKE EWLE YE'   Mihemed Ebdullah got ku her kesê têkoşîna azadî û demokrasiyê dike li Başûr zext û êriş lê tên kirin û wiha pê de çû: “Dema em li siyaseta desthilatdarên Başûr dinihêrin, dibînin ku pêşerojeke tarî li pêşiya me ye. Dagirker bi zanebûn çanda şoreşgerî ya gelê Başûr tune dikin. Piştre jî sîxurtî û xeta xiyanetê pêş dixin. Hewlêr bûye navenda hêzên derve. Herêm bûye warê dezgehên îstixbaratê. Tevek jî li dijî kurdan, demokrasî, azadî û vîna azad in. Ji ber ku hemû hêzên herêmê ji bo parastina wan amade ne ji wan re bûye wargeheke ewle. Piştî kuştina sîxûrê tirk Osman Kose gelek kes hatin girtin û lêgerîn hate kirin. Lê doza mirovên şoreşger winda ye. Îradeya şoreşgerên Şêladizê qereqola dewleta rûxand û artêşa tirk têk bir. Lê PDK’ê ji bo têkbirina vê îradeyê çend şoreşger girtin. Ev jî nîşan dide ku Başûr ji bo şoreşgeran ne cihekî biewle ye.”    'HEVKARIYA PDK'Ê YA BI KUJERAN RE DIYAR DIKE'   Ji nûnertiya Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Mervan Xwedêda jî derheqê mijarê de axivî. Xwedêda, anî ziman ku kesên weke PDK'ê nefikirin tê terorîzekirin û wiha derbirî: “Aloziya aborî, siyasî û civakî ya li Başûr her ku diçe girantir dibe. Xelk ji desthilatdariya heyî aciz e. Her wiha di nava saziyên kurdan de alozî hene. Li herêma zer a ku di bin kontrola PDK’ê de terorîzekirin û hedefnîşandana siyasetmedaran berdewam e. Li herêma PDK’ê kesek nikare bi awayekî azad siyasetê bike. Dewleta tirk xwe li Behdînan birêxistin kiriye û PDK bi vekirî alîkariya wan dike. Dijbariya li dijî PDK’ê zêde dibe. Ne tenê siyasetmedar lê rojnameger jî ji hêla PDK’ê ve tên terorkirin. Lewma kujer nayên aşkerakirin û darizandin. Heke kesek diziyê bike asayîş di nava 24 saetan de wan dibîne û ceza dike. Siyasetmedarek tê kuştin lê kujer nayên dîtin. Ev jî nîşan dide ku PDK hevkarê van êrişan e. MÎT’ê xwe li seranserî Başûr birêxistin kiriye û welatparêzan hedef digire. Piştî aloziya di nava rêveberiya YNK’ê de, MÎT’ê xwe niha li herêmên YNK’ê jî birêxistin kir û welatparêzan dikuje.”    'DIVÊ BAŞÛR XWEDÎ LI WELATPARÊZÊN XWE DERBIKEVE'   Bi domdarî Xwedêda destnîşan kir ku gelemperiya înfazên li herêmê ji hêla MÎT’ê ve tên kirin û wiha berdewam kir: “PDK bi zanebûn xwe bêdeng dike û piştgiriyê dide MÎT’ê. YNK jî ji ber aloziya navxweyî rê vedike ku MÎT xwe li wir birêxistin bike û welatparêzan bikuje. Her wiha ciwanên herêmê tên xapandin û li ser wan agahî ji MÎT’ê re tên şandin. Zekî Çelebî jî bi vî awayî hat hedefgirtin. Heke YNK bixwaze Silêmaniye bibe cihekî biewle, divê yekitiya xwe ava bike û li ser doza Mam Celal bixebite. Di dema Mam Celal de kesekî nedikariya li herêmê kurdekî welatparêz hedef bigire. Lewma her welatparêzekî berê xwe dide Silêmaniyeyê. Divê Başûr xwedî li welatparêzan derbikeve. Ji ber ku ev yek xetereyê li ser tevahiya Başûr çê dike.”   'ZEKÎ JI ASAYIŞÊ RE RAGIHANDI BÛ KU TÊ TEHDÎTKIRIN'   Endamê Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Silêmaniyeyê Mûsa Çîftçî da zanîn ku ji ber zextên Tirkiyeyê derbasî Başûr bûne û ev tişt anî ziman: “Me bi salan li Tirkiyeyê siyaset kir. Ji ber dozên li me hatine vekirin bo me bi dehan salan ceza dihat xwestin. Lewma em hatin vê derê. Îstîxbarata tirk yek bi yek li me digere û gefan li malbata me dike û sîxûrtiyê ferz dike. Di demên berê de hevalên me Yasîn û Şukrî li Silêmaniyeyê hatin qetilkirin. Bi ser qetilkirina wan salek derbas nebûye. Xebatkarê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Serhat Bagişkoydu ji stûyê xwe hatibû birîndarkirin. Zekî Çelebî bû hevalê sêyemîn ku tê qetilkirin. Zekî bi hemû rayedarên fermî, sazî û asayîşê re têkilî danîbû û hejmarên telefonan ên ku li ser gef lê hatibûn xwarin parve kiribûn. Me got divê tevdîr bên girtin lê Zekî Çelebî hate qetilkirin. Mixabin rayedarên li vir tu gavan navêjin. Me ji Hewlêrê derdixin û li Silêmaniyeyê qetil dikin. Li gorî me ev yek plankirî bû.”