Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin 2022-06-02 10:09:05   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê, ciwanê bi navê Berken Erdogan ku duh hatibû angaştkirin întihar kiriye û jiyana xwe ji dest daye hat veşartin.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ciwanê bi navê Berken Erdogan ku duh hatibû angaştkirin li gundê Misûrî întihar kiriye û jiyana xwe ji dest daye, li navenda Şirnexê hat veşartin. Duh serê sibehê cenazeyê Erdogan li gund li mala ku têde bi tena serê xwe dijiya hatibû dîtin û ji bo otopsiyê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî kar û barên otopsiyê cenazeyê Erdogan ji nexweşxaneyê hat girtin û li Goristan Cizîrê ya Esrî hat veşartin.