Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû 2022-06-02 10:39:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Di bombebarana Tirkiyeyê ya li Zirganê de zarokekî 14 salî birîndar bû.   Di encama bombebarana Tirkiyeyê û komên paramîlîter yên girêdayî wê de, li gundê Um Mihermelê yê Navçeya Zirgan a Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zarokekî 14 salî birîndar bû. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji ber rewşa zarokê bi navê Mihemed Yûsif giran e, ew ji Nexweşxaneya Şehît Xebat a li Dirbesiyê, sewqî Nexweşxaneya Sarya ya li Hesekê kirine.