Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin 2022-06-02 11:24:32   AMED - Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin li Amedê dabûn destpêkirin, kete roja 200’an. Malbatên ku nobetê didomînin bang li her kesî kirin ku xwedî li çalakiya wan derkevin.    Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a 31’ê adara 2022’yan, 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş di girtîgehên Tirkiyeyê de tên ragirtin. Gelek girtî jî li gel ku cezayê wan xelas bûye, bi hincetên keyfî yên weke cezayê hucreyê û grevên birçîbûnê nayên berdan. Bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûye lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan di 16’ê mijdarê de li Baroya Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan kete roja 200’an.    Di vê pêvajoya çalakiyê de gelek sazî û dezgeh, nûnertiyên partiyên siyasî û parlamenter çûn serdana malbatan. Di roja 129’emîn a çalakiyê de jî polîsan nehêlan malbat çalakiya xwe li pêşiya Baroya Amedê li dar bixin. Her wiha hêzên dewletê nehiştin ku parlamenter û nûnerên gelek saziyên civaka sivîl jî biçin serdana malbatan. Li ser vê yekê malbatan di nava mertalên polîsan de dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbatan, di rojên piştre de hefteyê sê rojan li pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK), Girtîgeha Amedê û Edliyeya Amedê çalakiya xwe berdewam dikin.    Ji çalakvanan Herdem Merwanî û Nazîme Boltan bi wesîleya roja 200’emîn a çalakiya Nobeta Edaletê, bi ajansa me re axivîn.    'ME JI BO MAFÊN GIRTIYAN DEST BI VÊ RÊYÊ KIR’   Keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay, Herdem Merwanî diyar kir ku bi dirûşma “Werin em jiyanê biparêzin û bila mirin çênebin” dest bi têkoşîna xwe kirine û wiha domand: “Zextekî giran li girtîgehan heye, girtiyên ku cezayê wan xelas bûye nayên berdan, girtiyên nexweş wefat dikin û mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin. Mebesta me ya ji çalakiyê jî ew e ku em xwedî li mafên girtiyan derkevin û biparêzin. Çalakiya me bênavber domiya. Dikarim bibêjim em bûn dengê wijdana civakê. Me dît ku daxwazên me, di esasê xwe de daxwaza tevahiya civakê ye û ew jî xwedî heman hestan in.”    BANGA ALÎKARIYÊ   Bi domdarî anî ziman ku sedema pirsgirêkên li girtîgehan, feraseta siyasî ye û wiha got: “Divê ev feraseta siyasî û burokrasî hinek were veweşandin. Nexwe rêxistinên civaka sivîl demekî piştre êdî dixitimin. Hinek rêxistinên civaka sivîl dixwazin bo me bibin alîkar lê belê burokrasî li pêşiya wan dibe astengî. Vê siyasetê rê li ber burokrasiyê vekir. Lewma divê siyaset xwedî li me derkeve û alîkariyê bide.”     ‘BILA GIRTIYAN BERDIN’   Girtiyê bi navê Civan Boltan, di lîsteya girtiyên nexweş ên ku divê demildest bên berdan de ye. Dayika Boltan, Nazîme Boltan xwest ku girtiyên nexweş baş bên tedawîkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “An bila tedawî bikin an jî bila berdin da ku em bi wan re eleqedar bibin. Bes e êdî bila înfazên girtiyan neşewitînin. Bila wan berdin. Divê girtiyên ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de bên berdan. Daxwazên me ne daxwazên mezin in. Başe lê çima nayên qebûlkirin?”    ‘400 ROJAN JÎ BIDOME EM Ê LI BER XWE BIDIN’   Di berdewamê de Boltan got ku divê partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û sazî piştgiriyê bidin çalakiya wan û axaftina xwe wiha qedand: “Bila hemû kes ji bo daxwazên me dengê xwe bilind bike. Divê ev daxwazên me di zûtirin dem de bên qebûlkirin. Bila çareseriyekî bo van pirsgirêkan bibînin. Vaye çalakiya me kete roja 200’an. 200 roj derbas bûn lê çareseriyek peyda nekirine. Lê belê çalakî bikeve roja 400’an jî em ê van daxwazên xwe her tim biqîrin. Heta ku daxwazên me tên qebûlkirin jî dê nobeta me berdewam bike.”    MA/Mujdat Can