46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-06-02 11:33:35   ENQERE - Li Enqerê, 46 kesên ku hewl dabûn di 9'emîn salvegera Berxwedana Geziyê de qurbaniyên berxwedanê bi bîr bînin û hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Duh li Enqerê, polisan êrişa girseya ku xwestibû di 9'emîn salvegera Berxwedana Geziyê de Ethem Sarisuluk ê dema berxwedanê ji aliyê polisan ve hatibû kuştin bi bîr bînîn kiribû û bi îşkence û mehmeleya xerab 46 kesan binçav kiribûn. Polisan kesên ku binçav kiribûn bi xwe re biribûn Şaxa Ewlehiyê ya Miduriyeta Polisan a Enqerê. Îro piştî ku îfadeyên wan hatin girtin her çil û şeş kes jî ji miduriyeta polisan hatin berdan.