Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn 2022-06-02 12:54:28   MELETÎ - Sînan Cemgîl, Kadîr Manga û Alparslan Ozdogan ên ku li navçeya Nûrhakê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabûn, di salvegera 51'emîn a qetilkirina xwe de, li bajaroka Kurecîk a navçeya Argana Meletiyê hatin bîranîn.    Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Sînan Cemgîl, Kadîr Manga û Alparslan Ozdogan ên di 31'ê Gulana 1971'an de, li navçeya Nûrhaqa Mereşê jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn. Ciwanan bîranîn li Daristana Bîreweriyê ya Sînan Cemgîl ku di sala 2011'an de li ser navê wî li bajaroka Kurecîkê navçeya Argan a Meletiyê hatibû avakirin de pêk anîn.    Endamên SGDF'yê ku ji bo merasîma bîranînê hatin cemhev, tabeleya daristanê nû kirin û şitlên daran kezaxtin. Ciwanan piştî kezaxtinê di merasima bîranînê ya li daristanê de rêz girtin û ev peyam dan: "Em dê li pey şopa Şehîdên Nûrhaqê bin."     'KURECÎK SOSYALÎSTAN BAŞ NAS DIKE'   Hevserokê SDGF'yê Okan Danaci ku di bîranînê de axivî, destnîşan kir ku Kurecîk ji bo tevgera şoreşgerî û ji bo tekoşîna ciwanên şoreşger wateyeke xwe ya taybet heye û got: "Li Kurecîkê şoreşgerên mezin gihaştin û riya gelek şoreşgeran jî ji Kurecîkê re derbas bûye. Kurecîk Sînanan, Denîzan, Kaypakkayayan û şoreşgerên sosyalîst baş nas dike. Nirxa daristana me ya ku bûye nîşana kampanyaya li dijî Mertala Fuzeyê û darên ku me çandine gelek mezin e. Keda Şehîdên me yên Pirsûsê û gelek şehîdên me tê de hene. Ev daristan tekoşîna li dijî emperyalîzmê hatiye dayîn tîne bîra mirovan. Em berpirsyariya tekoşîna Şehîden Nurhaqê ya li ser milê me ji bîr nakin û em dê bi berpirsyarî bi awayekî birûmet di riya wan de bimeşin."