Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn 2022-06-02 13:15:16 RIHA - Siyasetmedarê kurd Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn.    Siyasetmedarê kurd Muhsîn Melîk ku di 2'ê hezîrana 1994'an de li Rihayê hat kuştin û hevalê wî Mehmet Ayyildiz, di salvegera mirina xwe de li Goristana Deriyê Harranê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Hevjîna Melîk Senay Melîk û xizmên xwe, Endamê Meclisa Partiyê ya DBP'ê Salîh Mevalî, parlamenterên HDP'ê yên  bajar Nûsrettîn Maçîn û Ayşe Surucu, rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyên HDP'ê yên Rihayê, rêveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (îHD) a Rihayê, Serokê Odeya Endezyarên Çandiniya ya Rihayê Abdûllah Melîk, Serokê Odeya Endezyarên Hawirdorê ya Rihayê Nedîm Çîçek, Seroka Odeya Endezyarên Înşaetê ya Rihayê Rûken Oktay Çîçek, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li merasîma bîranînê bûn.    Bîranînê bi rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyan xwe ji dest dane hat girtin des pê kir. Beşdarên merasîmê qurnefîl danîn ser gora Melîk a wêneyê bi nivîsa "Em hatin kuştin me ji bîr nekin" li ser.    'BI HEZARAN MUHSÎN HENE'   Di bîranînê de Hevserokê HDP'a Rihayê Ziya Çalişkan axivî û diyar kir ku faîlên Melîk hê jî nehatine dîtin û got ku wê pêşiya faîlan bernedin.  Çalişkan, destnîşan kir ku ji ber Melîk bawerî daye gel hatiye kuştin û wiha got: "Weke şopdarên wî em ê wî bidin jiyîn. Bi hezaran Muhsîn hene û di rêya wî de dimeşin.   'KESEK SOREŞGER BÛ'   Piştî Çalişkan hevjîna Melîk Senay Melîk axivî û ev tişt got: "Tişta herî zor axaftina li ser gora hevjînek e. Hele ku ev hevjîn bi qeleşî hatibû kuştin. Lîderek şoreşger bû. Tevahiya jiyana xwe ji bo ku hemû mirov bi rûmet bijîn têkoşiya. Bawerî dida derdora xwe. Vê taybetmendiya wî hêzên tarî tirsand. Dijminahiyê mirovahiyê wî bi awayekî fîzîkî ji nav me girtin û xwestin pêşî li fikrên wî bigirin. Lê fikrên wî hê xurtir di nav me de ne. Heta ku faîl bên dîtin û darizandin wê têkoşîna me bidome."   'EM Ê HETA DAWÎ DI RÊYA WÎ DE BIMEŞIN'   Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu jî bi lêv kir ku 28 sal di ser kuştina Melîk û hevalê wî Ayyildiz re derbas bûye û wiha got: "28 sal in em wan bi bîr tînin. Têkoşîna Mûhsîn Melîk bû têkoşîna demokrasiyê û di vê oxir^ede hat kuştin. Hê jî mirov ji ber fikrên xwe tên kuştin. Kes bi kuştina hêzên demokratîk bi pêş ve naçe. Em ê heta dawî di rêya Mûhsîn Melîk ji me re vekiriye de bimeşin."   Bîranîn bi danîna qurnefîlan a ser goristana  Melîk û Ayyildiz bi dawî bû.