Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye 2022-06-02 14:09:30   ENQERE - Di Doza Kobanê de şahidê nû yê nepen "225" ku bi daxuyaniyên razber siyasetmedaran sûcdar dike ji bo pirsa "Van siyasetmedaran di kudera bûyerên Kobanê de bûn?" got ku agahiyeke wî tuneye.    Danişîna 13'emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar têde tên darizandin di roja duyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Danişîn li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê tê dîtin û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyên Enqerê, parlamenterên HDP'ê û gelek parêzer tev li danişînê bûn. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li danişînê hatin amadekirin û siyasetmedarên li girtîgehên din girtî jî bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn.    Siyasetmedarên jin beriya danişînê li cihê lê bûn bi tilîliyan stranên kurdî gotin.    Danişînê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û bi xwendina ewraqên zêdek berdewam kir.    ÎFADE LI DIJÎ CMK'Ê YE   Di danişînê de parêzer Kenan Maçoglû, debrarê guhdakirina şahidan de daxuyanî da. Maçoglû, xwest ku rojek berî ku şahid bên guhdarkirin bên agahdarkirin. Her wiha Maçoglû, got ku îfadeyên şahidê nepen ABC123 bêhikmên û li dijî xala 147/1-i ya CMK'ê hatiye guhdarîkirin.    BIRYARA ŞAHIDÊ NEPEN   Serokê dadgehê derbarê daxwaza parêzer Maçoglû de biryara navberê da û ev tişt got: "Di periyoda danişînê de navên şahidên nepen ên bên guhdarîkirin hatiye diyarkirin. Dema ku şahidên nepen û vekirî bên amadekirin wê di rojên guncav de bên guhdarîkirin. Ji bo daxwazên ku şahidê nepen ABC123 xwe çawa gihandiye dadgehê, îfadeya wî çawa û li kuderê hatiye girtin jî li gorî xala 58'an CMK'ê ya ji bo deşîfrenkirina şahid hatiye redkirin."   ŞAHID 225 HAT GUHDARÎKIRIN   Piştre şahid 225 bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Ji ber ku navê siyasetmêdarên tên darizandin ji şahid re xwend parêzeran bertek nîşanî serokê dadgehê da û gotin ku ev li dikî usûlê ye.    Şahid 225, li ser pira serokê dadgehê ya derbarê Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata de ev angaşt kir: "Li Amedê di TJA'yê de cih digire. Li Amedê di civînan de di mekanîzmaneya biryargirtinê de cih digire. Piştre serokê dadgehê navê siyasetmedaran jê re xwend û pirsa ku wan nas dike jê kir. Şahid 225 li ser vê pirsê got ku tenê ji ber di nav HDP'ê de dixebitin wan nas dike. Rexmî vê jî serokê dadgehê bi israr navê siyasetmedaran dubare kir û îfadedayînê li şahid ferz kir.    TÛNCEL: HÛN ŞAHID ARAST EDIKIN   Ji bo teşhîskirina şahidê nepen serokê dadgehê xwest ku qamera SEGBÎS'ê biçe ser siyasetmedar Pervîn Odûncû û Aynûr Aşan. Parêzeran bertek nîşanî vê pêkanînê da. Seroka Giştî ya berê ya DBP'ê Sebahat Tûncel, ji serokê dadgehê re got ku şahid areste dikî. Şahidê nepen got ku derbarê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de ne xwedî agahi ye.    ÎFADEYA XWE AŞKERA NEKIR   Pişre serokê dadgehê îfadeya ku şahidê nepen berê dabû xwend.Serokê Dadgehê, ji şahidê nepen pirsa ku çima ji Ayla Akat Ata re gotiye "Berpirsyara dîplomasiyê" kir Şahid vê aşkera nekir û asê ma.    AGAHIYA WÎ PROTESTOYAN TUNEYE   Serokê dadgehê ji şahidê nepen 225 pirsa "Van siyasetmedaran di kudera bûyerên Kobanê de bûn?" kir û got ku dema bûyeran li herêmê bûye û agahiyeke wî tuneye.   Piştre parêzerê Ata Ozgur Erol xwest ku şahidê nepen qesta xwe ya ji civînên rêxistinê aşkera bike û li gorî wî civînên HDP, KCD an TJA'yê civînên rêxistinê ne ya na? Şahidê nepen got ku li gorî wî civîn ên rêxistinê ne û tev li wan bûye.    Piştre parêzeran xwest ku şahidê nepen cihê xwe aşkera bike û dadger li cem wî heye ya na.    Bi hinceta ewlehiyê heyeta dadgehê vê daxwaza parêzeran red kir û şahidê nepen jî nexweş cihê xwe aşkera bike.    ODÛNCÛ: NÎYETA WE XERAB E   Herî dawî siyasetmedara Pervîn Odûncû jî got ku serokê dadgehê şahidê nepen areste dike û nîyeta wî xerab e û hemû heyeta dadgehê red kir.