Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin 2022-06-02 14:59:01   AMED - Danişîna doza Parlamentera HDP’ê ya  Mêrdînê Pero Dundar ku li gel 27 siyasetmedarên kurd bi îdiaya “avakirin û birêvebirina rêxistinê” dihat darizandin, hate taloqkirin.    Çaremîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di sala 2016’an de bi îdiaya “Avakirin û birêvebirina rêxistinê”, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Pero Dundar jî di nav de derheqê 27 siyasetmedarên kurd de doz vekiribû. 17’emîn danişîna dozê îro hate dîtin. Dosyaya bersûcên ku di demên berê de ji bo wan biryara girtinê hatibû dayîn, ji dozê hatin cudakirin. Dundar tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Mehmet Oner di danişînê de amade bû.    Di danişînê de dozger xwest ku aqûbeta doza li Enqereyê ya derheqê Dundar de hatiye vekirin bê pirsîn û heke di navbera her du dozan de pêwendiyek hebe jî bila bila bibin yek doz.    Parêzerê Dundar, Mehmet Onder jî xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.    Dadgehê biryar da ku aqûbeta doza derheqê Dundar de li Enqereyê hatiye vekirin bê pirsîn û kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Şandeyê, danişîna dozê taloqî 13’ê cotmehê kir.