Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin 2022-06-02 16:15:15   ÎZMÎR - Malbatên girtiyan ku li pêşiya Edliyeya Îzmîrê daxuyanî dan, xwestin zextên li girtîgehan bi dawî bibin.   Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin li pêş Edliyeya Bayrakliyê dane destpêkirin, di roja 69'emîn de berdewam kir. Malbatên ku li pêşiya Edliyeya Bayrakliyê hatine cemhev pêşmalkên ku li ser "Ji girtiyên nexweş re azadî" dinîvîsand li xwe kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Menemenê, rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmîrê û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tev li çalakiyê bûn.     Hevserokê HDP'a Menemenê Ekrem Karakoç, destnîşan kir ku li hundir girtî, li derve xizmên girtiyan rastî zextên zêde tên û xwest ku ev zext bi dawî bibin. Karakoç, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û da zanîn ku dermanên wan nayên dayîn, tedawiya wan nayê kirin. Karakoç xwest ku hemû girtiyên nexweş bên berdan û daxwaza pêkanîna edaletê kir.    'BILA ZEXT Bİ DAWÎ BIBIN'   Malbata girtî Hanim Yildirim jî qala zextên li girtîgehan tên meşandin kir û ev tişt gotin: "Ez duh çûm Girtîgeha Şakranê. Em bi giştî 3 kes çûbûn serdana girtiyan. Ji ber ku me silav da girtiyên din, gardiyanan bertek nîşanî me dan û bi girtina girtekê gef li me xwarin. Li girtîgehê rewşa girtiyan giran e, her wiha ne dermanên wan tên dayîn ne jî tedawiya wan tê kirin. Divê zextên li ser wan bi dawî bibin, tedawiya girtiyan bê kirin û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan."   Piştî axaftinan nobet, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.