Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî 2022-06-02 16:58:08   ÊLIH - Ciwanê 22 salî Bîlal Keskîn ku çemê Êlihê xeniqî û jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Zorê yê bajaroka Girêsîra ya Êlihê, ciwanê bi navê Bîlal Keskîn (22) ku ji bo soberî bike ket ava çemê Êlihê xeniqî û jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiya ku hat wergirtin, Keskîn bi hevalên xwe re ketiye avê û bi ava herikbar re çûye û winda bûye. Li ser agahdarkirina hevalên Keskîn cendirme û ekîba AFAD'ê li herêmê cihê bûyerê û xebatên lêgerînê dane destpêkirin. Di encama xebatên ku kirin de cenaze Keskîn dîtin û rakirina Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê.