Li Bismilê zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da 2022-06-02 21:18:22   AMED - Li Bismilê birûskê li zarokekî 13 salî xist. Zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Koselî yê navçeya Bismilê ya Amedê birûskê li Abdulsamed Dag ê 13 salî xist. Dag, gava li nava erd pembo çape dikir birûsk lê xist. Piştî birûsk lê ket ew rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Dag li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.   Li gor agahiyên ku keyayê gund ragihandin Dag tevî malbata xwe ji herêma Qerejdaxê hatiye Koseliyê û karê çapeyê pembo dikir.