Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne 2022-06-03 09:08:51 RIHA - Rojnamevanê îngiltereyî Matt Brommfield got: "Erdogan ji bo hilbijartinên ku nêz bûne dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest û yên dijminatiya kurdan dikin re deyne."    Piştî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li Herêma Kurdistana Federe vê carê jî Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di 23'yê Gulanê de sinyalên êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan. Erdogan di civîna dawî ya partiya xwe de anîbû ziman ku amadekarî temam in û ewilî dê êrişê bibin ser Minbic û Til Rifatê û paşê jî herêmên din.    Rojnamevanê îngîltereyî Matt Broomfield ku 3 salan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebitiye armancên êrişên muhtemel û encamên wê yên ji bo Tirkiyeyê nirxandin.      Broomfield bilêv kir ku du armancên van êrişên muhtemel hene ji bo Tirkiyeyê. Broomfield diyar kir ku armanca ewil tunekirina kurdan û ya dudoyan jî jiholêrakirina projeya siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Broomfield destnîşan kir ku Erdogan di êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tim karta "penaberan" nîşan dide û got: "Lê em dizanin ku niha pirsgirêkeke penaberan a ku ji Rojavayê gefê li Tirkiyeyê bixwe tune ye. Li Til Rifat û Şehbayê kesên ji Efrînê koç kirine dijîn û dibe ku Tirkiye êrişê bibe van deran jî."    ‘DITIRSE KU PERGALA LI WIR BÊ BIHÎSTIN'   Broomfield bilêv kir ku Erdogan siyaseta xwe li ser neqebûlkirina hebûna gelê kurd ava kiriye û got: "Erdogan ji bo hilbijartinên ku nêz bûne jî dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest û yên dijminatiya kurdan dikin re deyne. Em dizanin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê kurd najîn. Bi milyonan ereb, suryanî, çeçen, çerkes û tirkman jî hene û di nava vê pergala nû de dijîn. Ev jî ji bo Erdogan dibe cihê talûkeyeke mezin. Ji lew re dizane ku gelên Tirkiyeyê pergala li Rojavayê hîn bibin dê ew jî vê pergalê pêk bînin. Lewma naxwaze pergaleke bi vî rengî çêbibe. Dixwaze êrişê bibe ser."    ‘HELWESTA RÛSYAYÊ NE ZELAL E'   Broomfield bilêv kir ku Rûsya û DYA'yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine du parçe û got: "Em dibînin ku di demên dawî de Rûsya qels bûye. Di navbera Tirkiye û NATO'yê de jî pirsgirêk hene. Erdogan dibe ku bi van krîzan êrişê bibe ser hin deveran. Lê Tirkiye dê nikaribe êrişê bibe ser cihên ku hêzên DYA'yê lê ne. Ji lew re gotinên Wezareta Karên Derve ya DYA'yê yên der barê Erdogan de girîng bûn. Ji bo DYA'yê ya girîng hêzên li hemberî NATO û Rûsyayê ne. Erdogan niha hem hevdîtinê bi Rûsyayê hem jî bi DYA'yê re dike. Li bendê ye ku ew rê li ber vekin ku ew jî karibe dest bi êrişan bike. Dê êrişê bibe ser kîjan herêman ne diyar e, lê hin îhtimal hene. Bi kurtasî mirov dikare bibêje ku li wir dibe ku hin hêz ji bo berjewendiyên xwe kurdan bidin pêş. DYA'yê kêm zêde helwesta xwe diyar kiriye, lê helwesta Rûsyayê ne zelal e. Rûsya dixwaze cardin Îdlîbê bistîne. Ji  bo vê di navbera Amerîka û Pûtîn de hevdîtin çêbûn. Lê encama van hevdîtinan çi bû, em nizanin. Lê tiştekî wiha heye; Pûtîn li gor gotinên Erdogan hereket dike."    ‘DIBE KU HIN PEYMAN BÊN ÇÊKIRIN'   Broomfield bilêv kir ku siyaseta DYA'yê ya têkildarî tevgera azadiyê ya kurd du alî ye û got: "Li Rojavayê kurd û DYA di hin waran de bi hev re hereket dikin. Ji lew re ew der ji bo DYA'yê cihekî stratejîk e. Lê ji xeynî vê piştgiriyê dide Tirkiyeyê ji bo êrişê bibe ser hêzên kurdan ên li wir. Dibe ku DYA destûrê nede Tirkiyeyê ji bo êrişan, lê li Başûr destûrê didê ku êrişê bibe ser têkoşîna azadiyê ya gelê kurd. Di rojên pêş de dibe ku di navbera Erdogan û Pûtîn de hin peyman bên çêkirin. Divê mirov vî tiştî bibîne; DYA û Rûsya dijî siyaseta demokratîk in. Ger li gor berjewendiyên xwe hereket bikin dibe ku bi Erdogan re şirîkantiyê bikin."    ‘DÊ GEL BERSIVÊ BIDIN'   Broomfield di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dê hêzên QSD'ê bersiva êrişan bidin û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çekên QSD'ê ne têra xwe ne. Lê me dît ku heya dilopa dawî şer kirin. Êrişên tên kirin ne wekhev in, Tirkiye ji hewayê ve êrişê dibe ser. Ger sing bi sing be dê Tirkiye nikaribe şer bike. Me mînakên vê li Serêkaniyê û Efrînê dîtin. Di nava Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rijhilatê Sûriyeyê de kurd, ereb û gelên din hene. Ger êriş çêbibin dê ev gel bersiva êrişan bidin."    MA / Ceylan Şahînlî