Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin 2022-06-03 09:24:23 ŞIRNEX - Asiye Dogal, dayika Mehmet Halîl Dogal ê ku li Bestayê jiyana xwe ji dest dabû, got: “Em ne şer, azadiyê dixwazin. Em jiyanek bi edalet û aştiyane dixwazin. Em naxwazin dilê tu dayikeke dinê bişewite. Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin. Bila ev şer bisekine.”   Piştî ku di pevçûna 30’ê Nîsanê ya li Çiyayê Cûdî de 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û planên Tirkiyeyê xirap bûn, operasyonine nû hat dest pê kirin. Bi destpêkirina van operasyonan re li Cûdî, Gabar û Bestayê şer dest pê kir. Di encama van şeran de gelek leşker jiyana xwe ji dest dan û gelek ji wan jî birîndar bûn.  Di şerê 23’yê Gulanê de yê li herêma Bestayê di navbera HPG'ê û leşkeran de Narîn Algun a YJA-Star û Mehmet Halîl Dogal ê HPG’yî jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên her duyan jî di heman rojê de ji aliyê malbatê ve hatibûn wergirtin û definkirin.   BAVÊ WÊ JÎ HATIYE KUŞTIN   Dayika 7 zarokan Asiye Dogal (50), dayika Mehmet Halîl Dogal,  ji zarokatiya xwe heya niha tim bi zilm dewletê re rû bi rû maye. Dogal ku bi eslê xwe ji bajaroka Dêrgûlê ya Şirnexê ye, zarokatiya wê heta demekê li vir derbas bûye. Dogal dema ku 11 salî bûye, bavê wê ji aliyê axayên Dêrgûlê ve hatiye kuştin û ji ber vê koç kirine. Dogal ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa jiyana xwe kir.   KOÇ BER BÛNE   Dogal anî ziman ku piştî bavê wê hatiye kuştin tu kes nehatiye cezakirin, ji lew re yên bavê wê kuştine alîgirên dewletê bûne û got: “Piştî ku bavê min kuştin mala me ji wir dan barkirin û em hatin Şirnexê bi cih bûn. Beriya ku bavê min bê kuştin jiyanek me ya gelek xweş hebû. Lê axayên gund piştî bavê min kuştin jiyan li me herimandin. Dema bavê min hat kuştin ez 11 salî bûm. Em 7 xwişk bûn. Em û dayika xwe dema hatin Şirnexê bi cih bûn jiyan ji bo me geleh zehmet bû. Zilma dewletê her tim li ser me bû."   KUREK WÊ LI SIRGÛNÊ YE   Dogal ku dema 19 salî bûye bi dilê xwe zewiciye destnîşan kir ku piştî zewiciye jî zilma dewletê li ser wê û malbata wê berdewam kiriye. Dogal wiha domand: “Hevjînê min du caran ket girtîgehê û bi giştî 4 sal û 7 mehan di girtîgehê de ma. Kurekî min jî 2 salan di girtîgehê de ma û ji ber ceza lê hat birîn ew jî derket derveyê welêt. Kurekî min jî jiyana xwe ji dest da, kurekê min jî li sirgûnê ye.”   ‘XELÎL ŞEHÎDÊ KURDISTANÊ YE'   Dogal da zanîn ku ji ber zilma dewletê kurê wê Mehmet Halîl Dogal tevli nava PKK’ê bûye û got: “Kurê min beriya niha bi 8 salan tevli PKK’ê bû. Zarokek gelek baş û zîrek bû. Min tu carî xetayên wî nedîtin. Dema zarok bû tu carî pey min bernedida. Ez biçûma ku ew jî bi min re dihat. Her tim rûyê wî bi ken bû. Her tim alîkariya min dikir. Hevaltiya wî gelek baş bû. Hevalên kurê min tên dibêjin em ê tu carî Xelîl ji bîr nekin. Tu carî zirara wî tune bû. Tu carî dilê min neşikand. Bi mezinan re mezin, bi biçûkan re biçûk bû. Kurê min jî li dijî zilmê çû tevli nava PKK'ê bû. Kurê min piştî ku çû di dilê min de tim bêrîkirin hebû. Min digot xwezî rojekê min kurê xwe bidîta. Lê ew xem di dilê min de ma. Tu carî neheqiyê qebûl nedikir. Xelîl şehîdê hemû Kurdistanê ye.”   'HEVRÊYÊ MIN BÛ'   Dayik Dogal bilêv kir ku Mehmet Halîl zarokê wê yê herî biçûk bûye û hê di zarokatiyê de di warê civakê û hevalên xwe de hestiyar bûye û got: “Tu carî heval û hogirên xwe nedişkand. Kurê min tu carî neheqî û zilmê qebûl nedikir. Tevî temenê xwe yê biçûk jî zarokekî hestiyar bû. Tehamula wî ji bo xerabî û neheqiyê tune bû. Ew zarokek pir dilgeş û bi ken bû. Ji govendgerandinê gelekî hez dikir. Ji biçûkatiya xwe heta çûyînê her tim alîkariya min dikir. Di temenekî biçûk de neheqî û bêedaletiya li dijî kurdan nas kir. Piştî ku bav û birayê wî ketin girtîgehê, ew jî tevli nava refên PKK'ê bû. Her ku ez ji bo hevdîtinê diçûm girtîgehê, kurê min jî bi min re dihat. Li dijî zilmê serî rakir û çû. Xelîl ji zarokekî min wêdetir hevrêyê min bû. Dema çû ez xemgîn bûm, lê li dijî neheqiyê wî jî şer dikir. Ew zarokek pir xebatkar û bi hêz bû. Em ê li ser şopa Xelîl bin.”   ‘BILA ÊDÎ ŞER BISEKINE'   Dogal bi lêv kir ku gelê kurd bi salan e bi zilm û zextan re rû bi rû ye û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Em zarok bûn ev zilm dihat kirin û em mezin bûn jî ev zilm berdewam dike. Gelê kurd çi kiriye ku ev zilm lê tê kirin. Zarokên me jî ji ber vê zilmê li ber xwe didin. Kurê min jî vê zilmê qebûl nekir û têkoşiya. Em dixwazin ev şer bisekine. Em naxwazin dilê dayikan bişewite. Em dayik jiyanek azad, aştiyane û xweş dixwazin. Em şer naxwazin. Em edalet û azadiyê dixwazin. Bila şerê Başûr jî bisekine. Dema şerek li cihekî çêbibe dilê min dişewite. Em naxwazin êdî xwîn birije. Em naxwazin li tu bajarî şer hebe. Em naxwazin çiyayên me bên gulebarankirin û zarokên me bên kuştin. Em nikarin biçin bi rihetî li çiyayên xwe bigerin. Li hember vê zilmê divê hemû dayik û gelê kurd rabe li ser pêyan. Bila tu kes li hember zilmê bêdeng nemîne.”