HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn çi bikin jî hûn ê winda bikin 2022-06-03 12:33:51   ENQERE - MYK’a HDP’ê ku bertek nîşanî operasyonên li ser HDK’ê û GOÇÎZDER’ê da, wiha got: “Em êrişa tirsonek, reben û bêhiqûqî ku desthilatê xistiye meriyetê bi awayekî herî tund şermezar dikin. Hûn çi dikin bikin, çiqas êriş bikin jî hûn ê winda bikin.”   Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî binçavkirina ku di nav de endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Komeleya Çavdêriya Koçberiyê (GOÇİZDER) jî hene daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi sernavê “Êrişa li dijî HDK’ê ferzkirina zîhniyeta yekkesî ye” hate weşandin de êriş hat şermezarkirin.    Di daxuyaniyê de hate ragihandin, AKP a ku roj bi roj lawaz dibe, bêhtir êrişan dike û êrişa li ser her beşên civakê zêde dike û wiha hate gotin: “Bi pêla êrişê re ku vê sibehê li hemberî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Goç-Derê hate kirin, endamên me yên Desteya Rêveberiya Navendî û rêveberên partiya me jî di nav de gelek siyasetmedar û aktîvîst hatin binçavkirin. Desthilat mîna ku her carê dike, ji bo vê êrişê jî rewa bike bi rêya çapemeniya tetîkkêş sînorên hiqûqî û exlaqî binpê dike û propagandayeke reşkirin û dezenformasyonê ya qirêj xistiye dewrê.”   Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku her kesên daxwaza aştî, demokrasî, wekhevî, maf û azadiyê dikin li vî welatî ji aliyê desthilatdariyê ve weke 'terorîst' tê pênasekirin û ev tişt hate gotin: “AKP li vî welatî dijminê her reng û piralîtiya demokratîk e.” HDP'ê destnîşan kir ku ev yek nîşaneyeke mejiyê tarî û yekperestiyê ye ku desthilatdarî li ser civakê ferz dike.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew êrişa vê sibehê ya desthilatdariyê ku êrişeke tirsonekî û li derveyî hiqûqê ye bi rengê herî tund şermezar dikin û hate gotin: “Em dixwazin hevalên me tavilê bêne berdan. Hûn çi dikin bikin, hûn çiqasî êriş dikin bikin hûn ê winda bikin. HDK û HDP bi pêkhateyên xwe ve wê paşeroja vî welatî bi mejiyekî demokratîk ji nû ve ava bike.”