Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû 2022-06-03 14:49:06   WAN - Rojnameger Azîz Orûç û Dîcle Muftuoglû jî di nav de danişîna doza 6 kesên dihatin darizandin taloq bû.    Rojnameger Azîz Orûç di 11''ê kanûna 2019'an de li navçeya Bazîd a Agiriyê hatibû binçavkirin û derbarê wî de bi angaşta "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin. Bi Orûç re bi angaşta "piştgiriya rêxistinê rojnameger Dîcle Muftuoglû, Îkram Muftuoglû, Hevserokê HDP'a Bazîdê Abdullah Ekelek jî di nav de doz li 5 kesan hatibû vekirin. 8'emîn danişîna doza ku hatibû vekirin, hat dîtin.    Doz li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Agiriyê hat dîtin. Kesên tên darizandin tev li danişînê nebûn û parêzerên wan jî hincet nîşan dan.    Heyeta dadgehê, ji bo ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin danişînê taloqî 28'ê îşonê kir.