Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne 2022-06-03 17:49:11 AMED - Derbarê Hevseroka DGF'ê û Edîtora MA'yê Dîcle Muftuoglû de biryara 4 rojan di bin çavan de bimîne hat dayîn.  Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcl û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku îro ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Polîsan a Amedê hat binçavkirin. Hat hînbûn ku derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne hatiye dayîn.   Biryara binçavkirinê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatiye dayîn. Tê payin ku roja duşemê (6'ê Hezîranê) Serdpzgeriya Komarê ya Wanê bi rêya SEGBÎS'ê îfdaeya Muftuoglû bigire.