Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin 2022-06-03 19:56:18 AMED - Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin gotin: "Demildest girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin berdin."    Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin li Amedê hatibû destpêkirin di roja 200'î de didome. Bi boneya roja 200'î ya Nobeda Edaletê Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Rêvebiriyên Xwecihî ya HDP'ê, Baroya Amedê, Dayikên Aştiyê, Hewldana 78'an, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), Konfederasuona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK), DÎK, Komeleya Wêjekarên Kurd jî di nav de gelek sazî li Parka Koşûyûlûyê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyanî dan.    Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Azadî ji bo girtiyên nexweş "nivîsandî hat hilgirtin. Li ser navê malbatên girtiyan Încî Guler daxuyanî xwend. Guler destnîşan kir ku armanca wan berdana girtiyên nexweş e. Încî diyar kir ku bilêv kir ku divê partiyên siyasî hemû li cem wan bin û got: "Ewilî girtiyên nexweş ên rewşa wan giran, paşê jî divê girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan. Girtî ne bi tenê ne."    Hevseroka OHD'ê ya Şaxa Amedê Ozum Vûrgûn jî tahdeya polîsan a di Nobeda Edaletê ya Stenbolê de şermezar kir û got: "Em ê tim li cem kesên têkoşer bin. Serketin dê ya berxwedêran be."    'GER GUH LI DAYIKAN BIHATA KIRIN DÊ 18 TABÛT JI GIRTÎGEHAN DERNEKETANA'   Rêvebirê TÛAY-DER'ê Parêzer Firat Taşkin jî diyar kir ku girtîgeh bûne navenda pêkanînên antî-demokratîk û got: "Ger daxwazên malbatan di roja ewil de bihatana bihîstin û bihatana qebûlkirin dê heya niha 18 tabût ji girtîgehan derneketana." Taşkin xwest demildest girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan.    'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN'   Rêvebirê ÎHD a Şaxa Amedê Yûsûf Erdogan jî ragihand ku li gor daneyên Nîsana 2022'yan di girtîgehan de 657 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene û got: "ÎHD li cem girtiyên nexweş e û dê tim ji bo wan bitêkoşe."    Nûnerê TÎHV'ê Mûrat Aba jî diyar kir ku girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan û got: "Daxwazên girtiyên nexweş an pir dereng tên qebûlkirin an jî qet." Aba bal kişand ser desteyên îdare û çavdêriyê yên girtîgehan û got, ev deste berdana girtiyan bi awayekî kêfî asteng dikin û xwest girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan.    Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr jî got: "Daxwaza me; mafê jiyanê bê parastin, girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan."    Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî got: "Ger civak bi awayekî xurt dengê xwe bilind bike dê girtî bên berdan. Divê em bibin parçeyek nobedê û dengê dayikan bilind bikin."    'LI CEM ME BIN'   Herî dawî Herdem Merwanî, keça girtî Abdûllah Kirtay jî bal kişand ser hevdîtinên ku li Enqereyê bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re kirine û got, partiyên siyasî hemûyan soz dane wan ku dê li cem wan bin, lê belê sozê xwe neanîne cih. Merwanî xwest hemû partiyên siyasî li cem wan bin û got: "Em dikarin bi hev re vê meseleyê çareser bikin."    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq, edalet" bi dawî bû.