Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê 2022-06-04 09:02:32   STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr diyar kir ku polîtîkayên şer û zextên li ser muxalefetê girêdayî tecrîda li ser Ocalan in û wiha got: "Muxalafet ji bo karibe bi hev re pêşerojê ava bike, divê xwedî helwesteke topyekûn be û bi têkoşîneke hevpar hereket bike."   Êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federal a Kurdistanê ji 17'ê nîsanê ve didomin û piştî van êrîşan Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ji bo êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî sinyal dan.    Desthilata ku di polîtîkaya şer de israr kir tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî giran kir. Bi vê re li welêt krîza aborî, siyasî û civakî jî her diçe kûrtir dibe.    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr helwesta desthilata AKP'ê ya li hemberî muxalefetê, êrîşên li derveyî sînor û tecrîda li ser Ocalan nirxandin.    PLANA ÇOKŞIKANDINÊ   Demîr bibîr xist ku Tirkiyeyê konsepta şer a li hemberî destkeftiyên kurdan di civîna MGK'ê ya 2014'an de daye destpêkirin û got, ev şerê bi "Plana Çokşikandinê" dest pê kir Tirkiyeyê di warê aborî, siyasî û civakî de ber bi aloziyên mezin ve biriye. Demîr got: "Tenê ne li hemberî kurdan û HDP'ê, êrîşên li hemberî tevahiya muxalefetê zêde bûn. Ji krîzên niha rû didin bê guman ya herî mezin û bibandor a aborî ye. Pirsgirêka herî mezin a ku gel pê re rû bi rû maye birçîbûn, xizanî, bêtemînatî û bêpeşerojî ye û desthilata AKP'ê di 10 salên dawî de di vî warî de gelan anî cem hev."    ASTA ŞER   Bi domdarî Demîr bibîr xist ku desthilat dixwaze bi tirsê û tepisandinê civakê kontrol bike û yên herî zêde bandor ji vî şerî digirin jî rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên siyasî yên muxalif in. Demîr destnîşan kir ku li hemberî van saziyan şerekî topyekûn hatiye destpêkirin û li gelek kesan cezayên giran hatine birîn. Demîr, wiha got: "Ev dîmen hêla şerê derve ya bandorê li hundir dike."    RIZGARÎ MUXALEFETA CIVAKÎ YE   Demîr destnîşan kir ku lê li gel hemû êrîşên desthilatê jî muxalefeta civakî li ber xwe dide û got, tekane rêya xelasiyê ya ji desthilatê bi muxalefeta civakî pêkan e. Demîr bilêv kir ku ew HDK hewl didin muxalefeta civakî bigihînin hev û wiha domand: "Îro ro têkoşîneke parçekirî heye. Halbûkî ev helwesta parçekirî li hember êrîşan bêparastinî ye. Muxalafet ji bo karibe bi hev re pêşerojê ava bike, divê xwedî helwesteke topyekûn be û bi têkoşîneke hevpar hereket bike. Ev saleke çendî ji bo vê hin pêşketin çêbûbin jî, lê bi nêzbûna hilbijartinê re ji bo bi tena serê xwe berbiçav bibe cardin xwe dûr xist û hewl dide hevsengiyê bi hin hêzên din re çêbike. Tifaqên ji bo hilbijartinê hene, lê ev tifaqên demkurt dê nebin bersiva pêdiviyên civakê."    ‘PÊDIVÎ BI PÊVAJOYEKE AŞTIYÊ YA NÛ HEYE'   Di berdewamê de Demîr anî ziman ku mesele dê bi şer neyê çareserkirin û got kurdan têkoşîna xwe bi asteke global ve birine. Demîr, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Têkoşîneke azadiyê ya kurd a di asteke wisa global de heye. Lewma dê polîtîkayên eskerî yên li hemberî wê bi ser nekevin. Tirkiyeyê gelek caran ev tişt ceriband. Tirkiye dê encamê ji vê tevgera xwe jî negire."    ‘HEYA EM BÊDENG BIN...'   Demîr destnîşan kir ku zextên desthilatê yên li ser muxalefeta civakî, bêhiqûqîtiyên wê û şerê li derveyî welêt hemû girêdayî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan in û got: "Heya em li ber vê tecrîda li ser Ocalan bêdeng bin em û yên derî me siyasetê dikin û tevahiya civakê dê bên tecrîdkirin."    ‘NEYTA KURDAN A DESTJÊBERDANÊ TUNE YE'   Demîr destnîşan kir ku neyta kurdan a ku dest ji têkoşîna hevpar berdin tune ye û got: "Çend sal in Ocalan bi tu awayî nikare hevdîtin bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike. Ev ji bo tepisandina têkoşîna û berxwedana gelê kurd tê kirin. Em dizanin ku tecrîda li ser Ocalan li hemû girtîgehan belav bûye. Bi hezaran girtiyên siyasî yên di şert û mercên wekî yên Ocalan de dimînin hene. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Ji bo xebatên di vî warî de xwe li nedîtinê datînin. Ev hemû bandorên wî şerê topyekûn ên em behsa wê dikin bi xwe ne û ev hemû girêdayî tecrîda li ser Ocalan in. Ger muxalefeta kurd û muxalefeta tirk li hemberî van polîtîkayên pêwendiya wan bi tecrîdê re hene bên cem hev du dê Erdogan û desthilata wî biheje."    GEFA TIRKIYEYÊ YA LI SÛRIYEYÊ DIXWE   Demîr êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê jî bibîr xistin û got: "Berê êrîş birin ser Efrînê û ew der dagir kirin. Bi operasyonên xwe yên li Herêma Kurdistana Federe û bi peymanên taybet ên bi malbata Barzanî re kiriye dixwaze li wir bi cih bibe. Gava em hebûna Tirkiyeyê ya li wir di çarçoveya zirara ku dê bibe kurdan û destkeftiyên kurdan de binirxînin, ez wisa difikirim ku dê piştgiriya hêzên navdewletî ya ji bo Tirkiyeyê heya demekê bidome. Lê gava karê van hêzaên bi Tirkiyeyê re biqede dê Tirkiye ji wir derkeve."    ‘DÊ BI SER NEKEVE'   Demîr destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze dagirkeriya xwe ya li Rojavayê berfirehtir bike û pêşiya pêvajoya avakirina jiyana nû bigire û "kemereke erebî" ava bike. Demîr got: "Lê ez ne bawer ime v bi ser bikeve. Ji lew re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rekasiyoneke mezin a gelên li wir heye li hember van hewldanan. Civaka erebî di Rêvebiriya XWeser de pêşerojeke nû dîtiye. Her wiha rewşenbîrên ereb têkildarî vê hewldana ji bo dagirkeriyê daxuyanî jî dan. Li hemberî vê hewldana Tirkiyeyê ji bo têkoşîneke topyekûn bang kirin. Lewma ne bawerim ev hewldana Tirkiyeyê bi ser bikeve."    MA/ Ergîn Çaglar-Mehmet Aslan