Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin 2022-06-04 09:08:37   RIHA - Rojnameger Sîpan Cûdî diyar kir ku Erdogan ji bo êrîşî herêma Şehbayê bike gefan dixwe û wiha got: "Demografyaya herêmê tê guherandin. Gelek kesan ji deverên cuda yên Sûriyeyê tînin û li herêmên dagirkirî bi cih dikin. Lê belê gelê Şehbayê ji şerê gel ê şoreşgerî re amade ye."    Li Kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Tirkiyeyê di 20'ê çileya 2018'an de dagir kiribû, binpêkirinên mafan û sûcên giran ên li hemberî mirovahiyê bênavber didomin. Niha jî gelê ku bi darê zorê ji Efrînê hatiye koçberkirin bi gef û êrişan re rû bi rû ye. Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan çend roj berê ji bo cardin êrişê bibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, peyamên êrişê dan. Erdogan di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku dê ji ewil êrişî Til Rifat û MInbicê bikin. Lê piştî axaftina Erdogan bi demeke kurt herêma Şehba bi êrişan re rû bi rû ma.    Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê Sîpan Cûdî ku li Şehbayê nûçegihaniyê dike geşedanên dawî yên herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.  BÊNAVBER BERXWEDAN   Cûdî bibîr xist ku piştî dagirkirina Efrînê gelê Efrînê berê xwe daye herêma Şehbayê û wiha got: "Li herêma Şehbayê 5 kampên penaberan hene. Gelek zor û zehmetî hene. Gel li gund û bajarokan di malên xirabe de dimînin. Li hemberî hemû zext û zoriyan jî gel 4 sala e bênavber li ber xwe dide."   'ME CÎHAN PÊ HISAND'   Bi domdarî Cûdî anî ziman ku li herêmê karê rojnamevaniyê jî di şert û mercên giran de berdewam dike û wiha domand: "Me cîhan bi neheqiyên ku li gelê Efrînê tên kirin hesand. Li Efrînê li cihên dibin dagirkirinê de mafên mirovan tên binpêkirin. Bi hezaran kes hatin revandin û kuştin. Em wan neheqiyan parve dikin lê hêzên navneteweyî li hemberî vê bêdeng in. Dewletên navneteweyî naxwazin êrîşên dewleta tirk bibînin."   BERXWEDANA DI BIN ÊRÎŞ Û AMBARGOYÊ DE   Di berdewamê Cûdî destnîşan kir ku gelê Şehbayê di dibin êriş û ambargoyê de jî berxwedaneke bêhempa dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Zehmetiyên li herêmê gelek in. Dewleta tirk her roj herêmê bombabaran dike. Ev êriş 4 sal in berdewam dikin. Li gel êrişa li ser herêmê hikûmeta Şamê jî ambargo daniye ser herêmê. Derketina ji herêmê zehmet e, di warê anîna zexîre û xurekan de pirsgirêk hene. Lê li hemberî hemû astengiyan jî gel li ber xwe dide. Gel dibêje, çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin. Em rojnamevan vê yekê dibînin."   'GEL DIJMINÊ XWE NAS DIKE'   Cûdî bilêv kir ku  armanca êrişan ew e ku hêviyê gel a çûna Efrînê ji holê rake û wiha pê de çû: "Ev berxwedana gelê Şehbayê heya gel vegere Efrînê dê berdewam bike. Li Şehbayê di 4 salên dawî de gelek komkujî pêk hatin. Di komkujiyan da gelek zarok û jinan jiyana xwe ji dest dan. Gelê Şehbayê ji êrişên beriya niha ders girtine. Gel dijminê xwe nas dike. Li Efrîn, Serêkaniye û Girê Spî gel dibîne bê çi dibe. Demografyaya herêmê tê guhertin. Gelek kesan ji deverên cuda yên Sûriyeyê tînin û li herêmên dagirkirî bi cih dikin. "   'GEL JI BO ŞERÊ ŞOREŞGERÎ AMADE YE'   Rojnameger Cûdî anî ziman ku xewn û xeyala dewleta tirk, avakirina osmaniya nû ye û axaftina xwe wiha qedand: "Salvegera Peymana Lozanê nêz dibe. Erdogan di axaftina xwe de qala herêmeke biewle dike. Li herêma ku dibin dagirkirina dewleta tirk de ewlehî tune ye. Her roj sûcên li hemberî mirovahiyê tên kirin. Erdogan ev du hefteye gefên xwe zêde kirine. Vê yekê ji bo hilbijartinê dike. Lê gel li hemberî hemû tiştî rêxistina xwe mezin dike. Gelê Şehbayê ji bo şerekî şoreşgerî amade ye. Dayikên şehîdan dibêjin em bê zarok dikarin bijîn, lê bê welêt na. Gelê Efrînê li Şehbayê ber xwe dide. Dewletên navneteweyî dive êdî li hemberî êrîşên dewleta tirk bêdengiya xwe xira bikin û gav bavêjin."   MA / Emrûllah Acar