Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin 2022-06-04 11:56:31   RIHA- Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar berdewam dike. Di çalakiya îro de malbatê wiha got: “Kurê min ê girtî jî di nav de ji bo hemû kesên bi awayekî neheq û derhiqûqî bi salan e di girtîgehan de tên ragirtin dê dev ji daxwaza edaletê bernedim.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kujeran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 453’yan de berdewam kir. Ji ber ku rojên dawiya hefteyê de deriyê edliyeyê girtî ye, malbatê çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam kir.    Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Aile sanal medya hesabından, “Kurê min ê girtî jî di nav de ji bo hemû kesên bi awayekî neheq û derhiqûqî bi salan e di girtîgehan de tên ragirtin dê dev ji daxwaza edaletê bernedim. Qesrên ku tê de edalet tune ye, dê neyên jibîrkirin. Êdî dengê me bibihîse Enqere!”