Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye 2022-06-04 13:43:54   STENBOL - Veysel Guney, 41 sal berê li Girtîgeha Dîlokê hate bidarvekirin û cenazeyê wî nedabûn malbata wî. Biraziyê Guney, Dogan Guney diyar kir ku apê wî bi awayekî derhiqûqî hate darizandin û wiha got: “Pergaleke ji goran ditirse li holê ye.”   Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan bi mebesta pirsîna aqûbeta kesên hatine windakirin û darizandina kujerên wan, her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Ji ber şert û mercên pandemiyê, di hefteya 897’an de jî çalakiya xwe bi awayekî online kirin. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Veysel Guney (24) vegotin ku di 10’ê hezîrana sala 1981’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Dîlokê hatibû bidarvekirin û cenazeyê wî nedabûn malbata wî.    Di çalakiyê de biraziyê Guney, Dogan Guney got ku dewletê nehişt ji bo apê wî parêzer jî bê girtin û wiha got: “Bi awayekî derhiqûqî hate darizandin. Min, apê xwe qet nas nekir. Tenê ji bîranînên hevalên wî û ji wêneyan nas dikim. Me nekarî biçin ser gora wî û bi bîr bînin. Bi ser kuştina wî re gelek sal derbas bûn lê cenaze nedan me. Pergalek li holê heye ku ji goran ditirse. Dapîra min Zeynep Guney ku Dayika Şemiyê bû, bi salan li gora apê min geriya. Emrê wê bi lêgerîna gora apê min derbas bû. Dayikeke din a Şemiyê bi hesreta dîtina gora kurê xwe wefat kir. Ev êş nayê vegotin. Û ev êş qet derbas nabe. Weke malbatên windakiriyan, heta ku windakiriyên me tên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    ‘HIQÛQ BINPÊ KIRIN’   Ji parêzerên malbata Guney, Ercan Kanar jî da zanîn ku ji bo hildana tola serpelekî, Guney bi awayekî derhiqûqî hate darizandin û wiha domand: “Bi qasî misqalê jî eleqeya wê bi hiqûqê re tune bû. Di 5’ê sibatê de roja danişînê diyar bû. Rojek piştre dest pê kir. Di 17’ê sibatê de danişîna duyemîn çêbû û biryar dan. Cezayê îdamê dan. Û ev biryar di zûtirin dem de ji hêla Dadgeha Bilind a Leşkerî ve hate erêkirin. Konseya leşkerî di nava 2 mehan de biryara înfazkirina vî cezayî da. Guney, 5 mehan di hucreyê de hate ragirtin û rastî îşkenceyên giran hat. Nehiştin bi parêzer û malbatê re hevdîtin bike. Nameya ku rojek beriya bidarvekirinê nivîsandî jî nedan malbata wî. Piştî ku xala 15’emîn ku sûcdarên 12’ê Îlonê diparast hatiye rakirin, di sala 2011’an de me ji bo Veysel Guney û windakiriyên din serlêdan kir. Me xwest hemû kesên darbeya leşkerî kirin, fermandar û rayedarên emniyetê ku sûcên li dijî mirovahiyê kirine bên darizandin. Lê belê serdozgeriyê ev serlêdana me ya sûc red kir. Me îtîraz kir lê belê hem dadgehê û hem jî AYM’ê serlêdana me red kir. Di sala 2016’an de me dosya bir DMME’yê.”    GOKTURK LI XWE MIKUR HAT    Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla yek ji Mirovên Şemiyê Leman Yurtsever ve hate xwendin. Yurtsever, diyar kir ku 25 sal piştî darvekirina Guney, dozger Mete Gokturk ku îfadeyê ewil a Guney wî girtibû û di bidarvekirina wî de amade bû, pirtûkeke bi navê “We Edalet Dîtiye?” de dibêje ku tu delîlên sûcdarkirina Guney nebûn û darizandineke adilane nehatiye kirin.    ‘FIKAR ÇÊBÛN’    Bi domdarî Yurtsever ev tişt anî ziman: “Malbat û hevalên Guney bi salan li cenazeyê wî geriyan. Di encama lêkolînan di sala 2006’an de xuya bû ku Midûriyeta Goristanan a Dîlokê  di qeyda xwe ya 9’ê hezîrana 1981’an de ‘kesekî nasnameya wî nediyar’ hatiye bidarvekirin û di gora hejmar 105341 de hatiye veşartin. Bi biryara 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ev gor hate vekirin. Hestiyên di gorê de ji Saziya Tipa Edlî re hatin şandin. Lê Daîreya Îhtîsasa Biyolojî got ku xwîna cenaze û ya dayik Zeynep Guney hev nagirin. Lê raya giştî kete nava fikarên mezin bê ka ev rapor rast hatiye amadekirin an na. Windakirina cenazeyê Guney, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Çend sal jî derbas bibin, em ê dev ji têkoşîna edaletê bernedin.”