‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’ 2022-06-04 14:56:56   STENBOL - ÎHD’ê di çalakiya Rûniştin F’yê de xwest cezayê girtiyê nexweş Îdrîs Başaran were taloqkirin û bê berdan.    Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo bale bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 532’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya ÎHD’a Stenbolê li dar xistin. Di daxuyaniya vê hefteyê de balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Îdrîs Başaran ê li Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S’yê ku 28 sal in girtî ye û gelek nexweşîn pê re hene.    Başaran sê caran krîza dil derbas kiriye, xwîn rijiyaye ser mîdeya wî ji rovî û guatrê emeliyat bûye. Di sala 2016’an de felc dibe û gelek nexweşînên wî yên kronîk lê peyda bûne.    Rêveberên ÎHD’ê di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran were berdan” hat hildan û dirûşm berz kirin.    DIVÊ RAYEDAR BI BERPIRSARIYA XWE RABIN    Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergis Şahîn daxuyanî da û destnîşan kir ku ji ber ku mafê tedawiya girtiyan tê astengkirin, dimirin û di heman demê de ji berk u îşkence û muameleya xerab li hefsan heye mafê jiyanê yê girtiyan bê binpêkirin. Şahîn got ew bang li rayedarên dewletê dikin ku ji bo girtiyan bi berpirsiyariya xwe rabin û rewşa girtiyan piştguh nekin.    EW XISTINE HUCREYA YEK KESΠ   Şahîn diyar kir ku girtiyê nexweş Îdrîs Başaran nêzî du sal in nayê tedawîkirin û tevî ku nexweş e jî di 24’ê gulanê de sewqî Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S’yê hatiye kirin û xistine hucreya yek kesî. Şahîn, da zanîn ku Başaran bi tena serê xwe nikare li xwe binêre û ew bi alîkariya hevalê xwe dijî û ji ber ku tedawiya wan baş nayê kirin mafê wî yê jiyanê tê binpêkirin. Şahîn xwest ku cezayê Îdrîs Başaran û tevahiya girtiyên nexweş bê taloqkirin û bên berdan û xwest rayedar bi berpirsiyarî tevbigerin.