Ji konferansa 'Em ê bi hev re biguherînin' banga ji bo Tifaqa Demokrasiyê 2022-06-04 19:02:07   STENBOL - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ku peyamek hevpar şandin konferansa "Em ê bi hev re biguherînin" diyar kirin ku bangawaziya Tifaqa Demokrasiyê bangawaziyeke rojane ye û gotin: "Tifaqa Demokrasiyê temînata bingehîn a îro û siberojan e."   Partiya Çep a Kesk bi dirûşmeya "Em ê bi hev re biguherînin" li Taksîmê li otêlekê konferansek li dar xist. Di konferansê de Dadgerê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yê berê Riza Turmen, Midûrê Giştî yê KONDA'yê yê berê Bekîr Agirdir û akademîsyen-nivîskar Ayşen Ûysal wekî beşdarvanên ko9nferansê axivîn.    Piştî axaftina destpêkê peyama hevpar a Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar a ji konferansê re şandin hat xwendin.    Bûldan û Sancar di peyama xwe ya hevpar de gotin: "Ancax dirûşmeyeke bi vî rengî dikare pêşeroja welêt xulase bike. Bi rastî jî em bawer dikin: 'Em ê bi hev re biguherînin.' Di encama meşa me ya ku me bi hev re mil bi mil da destpêkirin de, me bi hev re HDP'ê ava kir û HDP ji bo gelên Tirkiyeyê bû çavkaniya hêviyeke mezin û vebijêrkeke mezin. Em bi hev re ji heq zor û zehmetiyan derketin û me hemû kêfxweşiyên xwe bi govendgerandinê pîroz kir. Me piştevaniya li ser esasên hevrêtiyê tu carî paşguh nekir. Em niha bi hev re di wextekî wisa re derbas dibin ku bayê guherînê bi şid hil dibe. Ji bo em ji talan, nelirêtî, bêhiqûqîtî û pergala şer a desthilatê xelas bibin û ji bo em bi hev re pêşerojeke demokratîk ava bikin ji her wextî bêtir pêdiviya me bi hev heye.    TIFAQA DEMOKRASIYÊ   Bangawaziya me ya ji bo Tifaqa Demokrasiyê ku ji zû de ye em dubare dikin, niha ji her wextê bêtir rojane ye. Pêdiviya hevpar a gelên Tirkiyeyê ye. Tifaqa Demokrasiyê, temînata bingehîn a îro û siberojan e. Lewma niha pêdivî pê heye ku muxalefeta civakî li dor bernameya têkoşîna hevpar kom bibe û derfetên têkoşîna bi hev re zexm bike. Ev pêdiviya hemû gelên Tirkiyeyê ye.    TÊKOŞÎNA HEVPAR   Jixwe hûn rêxistinkerê rasterast ên van lihevkombûna ne. Hûn dizanin, di warê peywirên me yên rojane de xebatên me yên ji bo zêdekirina derfetên vê têkoşîna hevpar bi awayekî xurt didomin. Bangawaziya we ya 'Em ê bi hev re biguherînin' di warê peydakirina vê pêdiviyê de girîng e, watedar û biqîmet e. Em vê xebata we ya watedar cardin silav dikin û serkeftinê dixwazin. Û em dibêjin rojên 'Em ê bi hev re biguherînin' pir nêzîk in."   Piştî xwendina peyama Hevserokên Giştî yên HDP'ê bi dorê Dadgerê DMME'yê yê berê Riza Turmen, akademîsyen-nivîskar Ayşe Ûysal û Midûrê Giştî yê KONDA'yê yê berê Bekîr Agirdir axivîn. Piştî beşdarên konferansê Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûve Damezrandin a Sosyalîst (SYKP) Cavîd Ûgûr, Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag û Cîgira Serokatiya Giştî ya Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) Bûrcûgul Çûbûk axivîn.