Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Amedê hevdîtinek li dar xist 2022-06-04 23:59:40       AMED - Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê, li Amedê hevdîtînek li dar xist û kesên ku di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.    Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Sûrê li Taşmahalê kesên di komkujiyên Gara Enqereyê, Pîrsûsê û 5'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. Gelek sazî û partiyên siyasî û weltaî tevli bernameyê bûn. Li ser dîwarên kafeyê navê kesên jiyana xwe ji dest dabûn hatin nivîsandin. Kesên tevli bernameyê bûn yeko yekê hestên xwe yên derbarê kesên di komkujiyan de hatine qetilkirin anîn ziman. Kesên axivîn diyar kirin ku ev komkujî li hemberî tevahiay civakê hatine kirin û bal kişandin ser xurtkirina têkoşînê.   Bername bi sînevîzyona "Mirin dikeve kîjan alî hoste" a li ser komkujiyên li Amed, Pirsûs û Enqere berdewam kir.